Diyarname
Her partî erebeyên cur bi cur bikar tîne ji bo hilbijartinê. Lê heta îro tu partiyeke traktoreke bikar aniye yan na em nizanin, lê em dizanin ku niha DTP'ê traktorê jî bikar tîne.
DTP ji bo hilbijartina 29'ê adarê bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund digere. Lê çûyîna hin deran jî zehmet e. Tam di rewşeke wisa de traktor dikeve dewreyê.
DTP ji bo here gundên Çêrmûga Amedê traktoreke jî amade kir di vê serdema hilbijartinê de. Û di dawiyê de traktoreke DTP'ê jî çêbû. Vaye ew traktor:
Foto: Hikmet ERDEN / DÎHA


