Diyarname
Kovara Playboy ji sala 1953'yan de weşana xwe dike, piştî guhartina polîtîkaya weşanê niha jî baryara firotina wê hate dayîn.
Kovar ji roja ku derdikeve bi wêneyên tazî, helbet estetîk ên jinan derkete pêş û bi vê weşana xwe li seranserê dinyayê belav bû. Di sala 1975'an de tîraja (hejmara firotê) kovarê gihîşt 5 mîlyon û 600 hezar hebî, lê di van salên dawî de her ku diçe tîraja wê didikeve. Par tîroja wê daketibû 800 hezarî û di meha kewçêrê de biryara dîzayneke nû dabû û pêre jî ragihandibû ku dê êdî wêneyên tazî yên jinan neweşîne.
CEO'yê kovarê Stott Flanders ji bo New York Timesê axiviye û dibêje êdî ew gave dûrî naveroka pornografîk in, di serdema înternetê de di kovaran de naveroka wêneyên tazî êdî ne bi mantiq e. Piştî vê biryarê temena kesên dikevin malperê daxistibûn û pêre jî hejmara kesên dikevin malperan wan a înternetê derketibû 21,5 mîlyon î.
Li gor nûçeya Financial Timesê (FT) niha ew hem kovarê, hem jî malîkaneya ku ji sala 1970'ê ve lê şahiyên dilşadiyê lidar dixin difroşin. FT radigihîne ku bankeya razemeniyê Moelis & Company dê vê firotinê bi rê ve bibe. û diyar dike ku li gor hin çavkaniyan buhaya wê li dor 400-500 mîlyon dolarî ye.
Xwediyê kovarê û malîkaneyê Hugh Hefner (89 salî) jî qebûl kiriye ku malîkaneyê bifroşe li bi şertekî: "Heta ew bimire dê li malîkayê bijî û piştî ku mir dê malîkane teslîmê kes an kesên bikirin bike."
Malînake bi ser 40 donim erdî de hatiye çêkirin û 29 odeyên wê hene. Her wiha têde mehzena şerabê, şelale, hewza ji bo soberî, salona sînemayê, saûna, sehaya bastekbolê jî heye.

Xwediyê kovarê Hugh Hefner dixwaze heta bimire li malîkaneyê bijî.
***
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'


