logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Fîlmamed li benda belgefîlman e

Ji bo 4'emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamed start hate dayîn. Fîlmamed îsal diyarî sînemager Îslam Balikesîr ê ku li Ciz

  • Dîrok: 02/04/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

AMED

Ji bo 4'emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamed start hate dayîn. Fîlmamed îsal diyarî sînemager Îslam Balikesîr ê ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat kuştin hatiye kirin.

Fîlmamed ku piştgiriya Şaredariya Kayapinara Amedê tê bi rê ve birin, îsal bi perspektîfa “Jiyana azad, hunera şoreşger” li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 24-29'ê gulanê de li dar dikeve û yên ku bixwazin belgefîlmên wan di nav bernameyê de cih bigirin divê heta 25'ê avrêlê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran. Ji bo bernameyê li salona Sînemayê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê daxuyanî dayîn.

Endamê Komîteyê Îlhan Bakir got ku di pêvajoya ku li erdnîgariya Kurdistanê pêkutî û sansura di qada siyasî, çandî û hunerî de her ku diçe zêdetir dibe de lidarxistina vê mîhrîcanê xwedî girîngiyeke taybet e. Bakir wisa got: "Sînemagerên ku xebatên fîlmên belgeyî dikin di pêvajoyeke ji têkilî û çarçoveyên pîşesazî serbixwetir û demokratîktir de fîlmên xwe çêdikin. Ev yek jî dike ku sînemaya belgeyî bibe qadeke muxalefetê ya demokratîk a pir girîng. Ji ber vê yekê, belgefîlmên ku di pêvajoya çêkirinê de nikarin bên kontrolkirin, veguherîn tê de bên çêkirin an jî sansurkirin, di pêvajoya belavkariyê û mîhrîcanan de rastî pêkutî û sansurê tên. Belgefîlman bi hincetên cuda nagirin nav bernameyên mîhrîcanan, yên ku digirin nav bernameyên mîhrîcanan jî bi pêkutiyeke biçûk dikarin dîsa ji bernameyan derbixin û heta ji bo ku ji ‘serêş’a belgefîlman bi awayekî giştî xelas bibin, beşên mîhrîcanan ên belgefîlman yek bi yek betal dikin." 

Bakir li ser armanca festîvala wan jî wisa got: "Armanca festîvala Fîlmamedê ew e ku hemû fîlmên ku nasnameyeke çandî, zayendî, bawerî, olî û etnîk biçûk naxînin, ji xwe dûr naxin; li hemberî nirxên gerdûnî yên bingehîn; mafên mirov, ajalan û xwezayê rêzdar in tevlî bernameya festîvalê bike. Festîvala me ya belgefîlman ne qadeke ku motîvasyona takekesî û qayîşkêşanî bê bipêşxistin û derhêner an jî fîlm bikevin pêşbaziyekê ye. Armanca me ew e ku em festîvala xwe bikin platformeke ku dê derhêner bên gel hev, piştgiriyê bidin hev, hevkariyê bikin, hêza xwe bikin yek û belgefîlman biafirînin, ev belgefîlmên ku bên afirandin jî bi awayê herî berbelav bigihînin gel û bi vê yekê jî motîve bibin." 

Di festîvalê de ligel nîşandayîna belgefîlman dê panel, gotûbêj, xebata atolyeyan jî bê lidar xistin.

Bakir got ku ji niha û pêde dê her sal bi "mijareke bingehîn" festîval li dar bikeve û mijara bingehîn a îsal "Berxwedan" e.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xwediyê Jiyan Haberê hat tehdîdkirin

ad

Gotina Hefteyê: Ez bi xem li berhevkirina pirtûkê dinêrim

ad

Gotina hefteyê: Yan serî jê bikin yan ziman nedin bikaranîn

ad

Facebook televîzyonan tehdîd dike!

ad

Termînolojiya kurmancî û rexneyek

ad

Îtîfaqa Çep ji bo serokwezîrê navek eşkere kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname