Diyarname
Li ber edliyeyê kesek bi çek êrîşê Gerînendeyê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar kir. Rewşa gundar baş e lê nûçegîhanê NTV birîndar bû.
Ji ber nûçeya "TIR'ên MÎT'ê" Can Dundar dihat darizandin û îro danişîn hebû. Ji bo Dundar 35,5 sal cezaya hepsê tê xwestin. Dundan û nûnerê Enqereyê yê Cumhuriyetê Erdem Gul derketin pêşberî dadger. Heyeta dadgehê ji bo biryarek bidin navber dan danişîne. Di vê navberê de Dundar li ber edliyeyê daxuyanî dida, di vê navê de kesek du gule bi çek bera Dundar da. Ji guleyan yek li lingek nûçegîhanê NTV Yagiz Şenkal ket û ew birîndar bû. Rewşa wî baş e. Di vê navberê de êrîşkar hat desteser kirin.
Li gor nûçegîhanê edliyeyê yê Al Jazeera Selahattin Gunday kesê êrîş kiriye navê wî Murat Şahin e û di sala 1976'an de li Sêwasê hatiye dinê
Dundar dûre daxuyanî da û got: "Ez baş e. Ev der Tirkye ye. Em nizanin êrîşkar kî ye, lê em dizanin kî em kirine hedef."


