Diyarname
Di maça ku Hevserokê HDP'ê Demîrtaş jî lê temaşe dikir de boksorê kurd Îsmaîl Ozen bi ser ket, bû şampiyon û ev serketina xwe diyarî Cizîr, Sûr û Geverê kir.
Êvara 7'ê mehê li Almanyayê maça 'giraniya navîn a super' navparzemînan de maça şampiyoniyê li dar ket. Boksorê kurd Îsmaîl Ozen (76 kîlo) û boksor Ramazi Gogichashvili hatin hemberî hev. Di maça ku li Hamburga Almanyayê li dar ket de Ozen reqîbê xwe têk bir û bû şampiyon.
Şampiyonê Almanyayê Ozen heta niha her piştgirî dabû Kobanî, di kampanyaya malbatek bira ya Kordînasyona Ji Cizîrê Heta Sûrê de jî piştgirî kiribû. Ozen eşkere kir ku pereyên ji maçê bi dest xistiye dê bişîne ji bo malbatên Cizîr, Sûr û Geverê re.
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş û mebûsê HDP'ê Alican Unlu jî ji bo temaşekirina maçê çûbûn Almanyayê û çûn li maçê temaşe kirin.
Maça ku li dinyayê gelek televîzyonan bi awayekî zindî diweşand, li Tirkiyeyê jî NVTSporê wekî zindî diweşand. Di maçê de hinan diruşmên Bijî Serok Apo bilind kirin.
Demîrtaş piştî serketinê çû cem Ozen, ew pîroz kir û got: "Ez sporkarê mînak birayê xwe Îsmaîl Ozenî ji dil pîroz dikim. Wî serê me hemûyan bilind kir."


