Diyarname
Hunermendê navdar Tarkan li Moskovayê çû serdana gora helbestvanê navdar Nazim Hîkmet.
Li gor nûçeya rojnameya Haberturkê hunermend Tarkan ku gelek caran çûye Moskovayê vê carê li wê derê çû ser gora Nazim Hîkmet û qevdek kulîlk danî ser gorê. Tarkan da zanîn ku Nazim Hîkmet ji bo wî reberekî ye.
Tarkan li Tirkiyeyê piştgiriyê dide Komeleya Xwezayê û her wiha li ser rizgarbûna Heskîfê jî dixebite. Tarkan çend roj berê çûbû serdana Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê û jê xwestibû ku Heskîf bê rizgarkirin.


