Diyarname
Kovara Time ku her sal lîsteyek amade dike, dide anketê û ji nav "Şexsiyetê Salê" hildibijêre îsal jî ev anketa xwe çêkir.
Di nav lîsteya Time de avakarê Facebookê Zuckerberg, avakarê WikiLeaksê Jullian Assange, berendamên Serokdewletiya DYA'yê Donald Trump, Hillary Clinton, Serokdewletê Rusyayê Putin jî di nav de gelek kes hebûn. Di encama anketê de Serokdewletê Hindistanê Narenda Modi wekî "Şexsiyetê Salê" hat hilbijartin. Modî sedî 18 deng girt û bû yekemîn. Di rêza 2'yemîn de Obama, Trump û Assange sedî 8. Li gor anketê Putin sedî 6 deng girtiye.
Clinton bi sedî 4'an di rêza 4'an de, Mark Zuckerberk bi sedî 2 di rêza 5'an de cih girt.
Ji bilî anketê nivîskarên Time bi xwe nirxandinek dikin û şexsiyetê salê hildibijêrin. Ew dê 7'ê vê mehê biryara xwe bidin û şexsiyetê hildibijêrin.


