Diyarname
Ji serê sibê de meş û çalakiyên ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê dest pê kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Vane not:
Serê sibê yê 1'ê Gulanê pêşî komek ji Turk-îş û dûre Hak-Îş bi awayekî temsîlî çûn gul danîn ber peykera li navenda Taksîmê.
Dûre ji korteje DÎSK û KESK'ê ya bi qasî du sê hezarî (ku tenê ji bo ew qas kesî destûr hate dayîn) ji aliyê Mecidiyekoy her bi Taksîmê ve meşiyan.
Li dor 70 saziyên sivîl û partî piştgirî dan ev çalakiya KESK û DÎSK'ê.
Di nav korteja DÎSK û KESK'ê de mebûsên DTP'ê û CHP'ê jî hebûn.
Ev sê sal bûn KESK û DÎSK ji bo bikevin Taksîmê û li wir 1 Gulanê pîroz bikin ber bi Taksîmê ve dimeşiyan lê her carê polîsan êrîş dikin û ew belav kirini. Piştî 30 salan careke din 1 Gulanê ketin Taksîmê.
Hejmara kesên ku derketin bi qasî 4-5 hezarî bû. Tenê ji bo wan destûr hate dayîn, bikevin qadê.
Notên din:
- Ji serê sibê de ji bo kom zêde neyên ser hev polîsan li gelek cihan êrîşî gel kir, bombeyên çavsotîner avêtin.
- Saet li dor dehan ji bêtêlên polîsan anonst hate kirin ku bombeyên wan ên çavsotîner xelas bûne û ji nû ve bombe xwestin.
-
Hate dîtin ku erebeyên avê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê av ber bi qadê ve birin; ji bo avê bigihînin panzerên avê yên polîsan.
- Li aliyê Kurtuluş, Ferikoy, Cihangir û Dolapdereyê gel û polîs bi hev re ketin nav pevçûnê.
- Bi dehan kes hatin binçavkirin.
- Hezkirina tîma Beşîktaş sporê bi pankartan "Tîma Gel Beşîktaş" di nav çalakiyê de meşiya û ew jî daketin Taksîmê. Li Taksîmê 1 Gulan pîroz kirin.
- Turk-Îşê li Meydana Kadikoy ji bo pîrozbahiyê mîtîngeke li dar xist.
- Yek ji tiştê balkêş; Sivîlên Ciwan li qata pêncan a The Marmara pankarteke têde "Di sala 1977'an de ji vê derê gule bi ser karkeran de barandin daliqand. Yên ku gule barandin wan bibînin." Piştî kurtedemekê ji qata bin a otelê pankarta wan hate qetandin. (Wekî notek: Di 1 Gulana 1977'an ku li Taksîmê hate pîrozkirin de ji wê derê gule bi ser karkeran ve hatibûn barandin, 34 kes miribûn û 136 birîndar bûbûn)
- Di êrîşên polîsan yên li nav kuçeyan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
NOT: Ev nûçe di saet 12.30'yan de hate weşandin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Serketina sendîkayan: Karker derketin Taksîmê


