Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan rapora li ser kirinên cerdevanan eşkere kir û got: Bila pergala cerdevaniyê bê betalkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporeke li ser cerdevanan eşkere kir. Di raporê de li ser kirinên neyînî yên cerdevanan hate rawestandin û xwest ku pergala cerdevanî bê betalkirin.
ÎHD'ê wekî sedema betalkirina pergala cerdevaniyê hin xal pêşkêş kirin. Vane hin ji wan xalan:
- "Bi awayekî fermî OHAL (Rewşa Awarte) hatiye rakirin, divê ev pergal jî bê betalkirin.
- Peywira ku ji bo hêzên ewlehiyê hatiye diyarkirin ji bo wan nehatiye diyarkirin, ev yek bi xwe meseleya asayîşê ye.
- Ji bo pirsgirêka kurd bi şîdetê berdewam bike pergala cerdevaniyê hatiye çekirin, ji bo polîtîkayên aştiyane pêk bên divê ev pergal bê betalkirin.
- Li gundên ku cerdevanî têde hebûne çanda şîdetê derketiye holê. Ev berê ve li Tirkiyeyê belav dibe.
- Li pêşberî vegera gundan cerdevanî asteng e.
- Îdîayên mezin hene ku ew di nav karên nelirê yên di nav dewletê de hatine bikaranîn. Têkiliyên di navbera JÎTEM-Cerdevanan de derketiye holê.


