Cemil Oguz
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûka "Gotinên Pêşiyan" a ku Mehmet Oncu amade kiriye weşand. Di pirtûkê de bi hezaran gotinên pêşiyan hene.
Di nav zimanekî de gotinên pêşiyan gelek bi qîmet in. Ew, çandeke nîşan didin. Bi demê re hin rola xwe winda bikin, hin qîmeta xwe bidomînin jî gotinên pêşiyan her di rojevê de ne û her bala mirovan li ser wan e.
Dinav weşangeriya kurdî de heta niha gelek pirtûkên li ser gotinên pêşiyan derketin. Niha yeka din bi kurdî-kurdî ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin û di pirtûkê de nêzî 5 hezar hebî gotinên pêşiyan hene. Oncu, di sala 1983'yan de, dema hemû giraniya qedexeyê li ser kurdî bû, bi awayekî veşarî dest bi berhevkirina gotinên pêşiyan kiriye û bi keda 25 salan ev berhem gihîştiye ber destê xwendevanan. Oncu li ser vê yekê wisa dibêje, "Min di wan mercên giran de dest bi tomarkirina gotinên pêşiyan kir, min xwest beşeke biçûk ji nirxên gelê me ji mirinê rizgar bikim."
Her gotinek çîrokek wê heye
Mehmet Oncu li ser girîngiya gotinan jî dibêje, "Mirov dikare ji zargotina gelekî, ji erdnîgarî û jiyana wan a civakî gelek tiştan hîn bibe. Gel, bîr û baweriyên xwe, nirxandin û rexneyên xwe, şîn û şahiyên xwe, kul, keder û kêfxweşiyên xwe bi zargotin û berhemên xwe yên folkrolîk tînin ziman" û dûre van gotinan lê zêde dike: "Gotinên pêşiyan tenê beşek ji zargotina gel e, hindek ji wan şîret in, hindek mînak in, hindek jî serpêhatiyên sosret û balkêş in ku ceribandina hezar salan di nava xwe de dihewînin. Bi gelemperî her gotinekê çîrokek an jî serpêhatiyeke wê heye."
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan jî pêşekek ji bo pirtûkê nivîsandiye û dibêje, "Dema ku mirov bixwaze gelekî nas bike, mirov divê bala xwe bide çand û zimanê wî gelî. Nemaze biwêj û gotinên pêşiyan di vî warî de pir girîng in" û wiha didomîne: "Wekî din jî xweşî û dewlemendiya zimanekî te tenê bi gotin û rêzimana wî, bi biwêj û gotinên pêşiyan jî diyar dibin. Ziman bi alîkariya biwêj û gotinên pêşiyan xweşik û zindî dibin. Biwêj û gotinên pêşiyan xeml û rewşa zimanekî ne."
Ji gotinan nasîna taybetiyên civakî
Bi demê re, bi rewşa civakî ya civak têde ye re qîmeta hin gotinan zêde yan kêm dibe. Tan dibêje ku wan li ser pirtûkê xebateke berfireh kiriye, bi awayekî baş ji ber çavan re derbas kiriye lê tu gotinên ku 'wekî kevn bûne, êdî nayên bikaranîn jê dernexistine' û dibêje: "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê saziyeke akademîk e, me destê xwe neda wan gotinan. Lewre divê lêkolîner karibin li gorî van gotinan dab û nêrîtên civaka kurd, taybetiyên civaka kurd (çi erênî çi jî neyînî) binasin. Ji ber vê yekê jî me ew gotin ji ferhengê dernexistin."
Tan dibêje gel gelek eleqe nîşanî ferhenga gotinan dide lê nîşanê ferhenga biwêjan û gotinên pêşiyan nade û ji ber girîngiya gotinên pêşiyan û biwêjan dixwaze di vî warî de jî eleqeyeke çêbibe.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


