Cemil Oguz
Di Euro 2016 de surprîz didomin: Piştî Spanyayê Îngilistan jî têk çû. Îzlandaya ku yekemîn car beşdarî vê tûrnûvayê bûbû dîrok nivîsandina xwe didomîne. Piştî beşdariya nav 16 tîman, vê carê bi serketina li hemberî Îngilistanê derbasî çarîk fînalê bû.
Îngilistan ku di şoka referandûma veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê de bû, bi serketina Îzlandayê re ji tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê jî veqetiya. Bİ gotineke din Îzlandayê ji Îngilistanê re got, "Fermo tuyê veqetî, wê çaxê ji tûrnûvayê jî veqete." Û got, "Tu çawa ji referandûmê poşman bûyî, ezê te di vê tûrnûvayê de jî poşman bikî."
Tîma Îzlanda butçeya wê 37 mîlyon û 850 hezar Euro ye û teknîk dîrektorê wê Lars Lagerback. Beramberî vê tîma Îngilistanê xwedî butçeya 439 mîlyon û 250 hezar Euro. Yanê 10 qat zêdetir buha.
Dema îstatîstîk, serketinên berê mirov dida ber hev, helbet Îngilistan derdiket pêş, lê gog gilover e û her gav heman tiştî nîşan nade.
Belkî zêde kesî bawer nedikir dê Îzlanda ji koman derê û beşdarî 16 tîman bibe. Îhtîmalek biçûk bû. Lê Îzlandayê tu demê dest ji têkoşîna xwe berneda û wekî duyemînê komê derket û bû reqîbê Îngilistanê. Îngilistanê di vê tûrnûvayê de xweş dilîst, piranî rexnegir li bendê bûn ku Îngilistan dê bi ser bikeve û derbasî çarîk finalê bibe lê Îzlandayê nehişt û ev texmînên rexnegiran têk bir.
Maç bi lez dest pê kir, di deqîqeya 3'yan de Îngilistanê penaltî bi dest xist; Wayne Rooney gog danî ser xala spî û gol: 1-0.
Îngilistan pêş ket lê Îzlandayê zû bersiv da; di deqîqeya 6'an de Ragner Sigurdsson bersiv da. Û di deqîqeya 18'an de Kolbeinn Sigthorsson tîma xwe Îzlanda derxist pêş: 2-1.
Piştî vê di maçê de êdî deng ji golê derneket û maç bi vî awayî bi dawî bû, Îzlanda derket çarîk fînalê, Îngilistan vegeriya mala xwe.
Berî niha Îngilistan û Îzlanda tenê du caran hatibûn hemberî hev, carekê Îngilistan bi ser ketibû, carek jî wekhev mabûn. Îngilistanê di her du maçan de 7 gol avêtibû Îzlandayê.
Îzlanda ku di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî vê tûrnûvayê bûbû, yekemîn car derbasî nav 16 tîman bûbû û ji wir jî yekemîn car beşdarî çarîk fînalê dibe, di çarîk fînalê de bû reqîbê Fransayê. Û Hodgson çû Teknîk dîrektorê Îngilistanê Roy Hodgson piştî maçê bêyî pirsan bigire got: "Ez dizanim ez di nav karek li gor encamê dimeşe me... Niha dem hatiye ku kesek din bê ser kar ku van lîstikvanên ciwan û birçiyê serketinê bi rê ve bibe." Hodgson bi vê îstîfaya xwe pêşkêş kir. Hodgsonê 68 salî ji sala 2012'yan ve Îngilistanê bi rê ve dibir.
Ga di Cîzmeyê de winda bûn
Di maça din a rojê de di navbera Spanya û Îtalya de bû. Spanya ku ev 2 car bû Kûpaya Şampiyoniya Ewropayê digirt, bi awayekî favorî beşdarî vê tûrnûvayê jî bûbû lê qedera wê heta vir dom kir: Di maçên 16 tîman ku ji bo derketina çarîk fînalê têdikoşiyan de Spanya û Îtalya hatin hemberî hev. Îtalyayê bi 2-0 Spanya têk bir û ew şand mal.
Di deqîqeya 33'yan de Giorgio Chiellini gol avêt û tîma xwe derxist pêş. Di nîveka yekemîn û duyemîn de Spanyayê ket nava hewldanan lê fêde neda. Û di deqîqeya 90'î de Graziano Pelle gotina dawî got: 2-0.
Bi vê encamê şampiyona dawî Spanya xatir ji Euro 2016 xwest. Îtalya jî di çarîk fînalê de bû reqîbê Almanyayê.
**
Li ser Îzlandayê du nivîsên din:
- Îzlanda û Macaristan 1-1 mendî
- Bê artêş û bê polîsan pûanek girt


