Diyarname
Nivîskar, şirovekarê kurd, ê ku li Ewropaya sînor ji nav xwe rakirî dijî rabû got ezê herim welatê xwe, bajarê xwe, bajarê zarokatiya xwe bibînim. Wî digot qey sînorê nav bajarên wî wekî sînorên li Ewropayê rabûne, lê na, serê wî li sînorên ku kurdan bi xwe li nav bajarên xwe danîbûn ket.
Em qala Husên Omer dikin. Ew ji Dêrika rojavayê Kurdistanê ye. Di zarokatiya xwe de ji Dêrikê derketiye. Gelek salan li çiyê maye. Paşê çawa çêbûye bûye berê xwe daye Ewropayê û li Belçîkayê bi cih bûye. Heta niha wî li gelek malperan gotar nivîsîne, di televîzyonan de wekî şirovekar beşdarî bernameyan bûye û di nav tora civakî de jî baş tê nasîn. Wî, heta niha li ser bîranîna xwe ya gerîlatiyê jî gelek çîrok nivîsîne. Ew di heman demê de Endamê Komîteya Ragihandinê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistane (HRRK) ye.
Ev Husên Omerê ku li Belçîkayê di nav welatên sînor rakirî de bi rehetî dikare ji welatek here welatek din fikirî ku here Başûrê Kurdistanê ku qala rizgariya wê tê kirin, dê gelek bi rehetî ji wir bikaribe here Dêrika ku zarokatiya wî lê derbas bûye. Ket rê, ji mehan meha tîrmeha 2016'an bû, çû Hewlêra paytexa Başûr, bi dilxweşî peya bû, lê ji wir wêdetir jêre jiyan bû jehr, lewre nehiştin ew ji wir derbasî Dêrika lê hatiye dinyayê bibîne, nehiştin ew here li Dêrikê li zarokatiya xwe bigere. Piştî ku destûr nedan ew ji ser Başûr re here rojavayê Kurdistanê bi bê hêvî, dilşikestî di faceya xwe de wisa nivîsî: "Hewlêr du hefte ji temenê min birin bêyî ku karibim wê bidim bawerkirin ku Dêrika ku diya min lê dimîne, perçeyeke ji min e. Her wisa bêrîkirina wê sedema xemgîniya min e."
Husên Omer ne kesek ji rêzê ye ku neyê nasîn, neyê naskirin. Kesek ji rêzê be jî mafê wî ye ji bajarekî xwe derbasî bajarek din bibe, lê wekî nivîskarekî kurd, wekî şirovekarekî, wekî rewşenbîrekî kurd jî nehiştin ji bajarekî derbasî bajarekî din bibe...
Heta Rojava di bin destê rejima Esed de bû hem Husên Omer hem rewşenbîrên kurd ên din nedikarîn herin Rojava lê piştî desthilatdarî bû ya kurdan gelek ji wan berê xwe dan Rojava, çûn û hatin lê vê carê kurdan bi xwe rê neda kurdekî din ku here Rojava.
Belê ev der ne Ewropa ye, ev der Kurdistana ku kurdan bi xwe li nav xwe sînor danîne ye. Li vir gotin xilas dibin...


