Diyarname
Belgefîlmê derhêner Kazim Oz ê bi navê "Şewaxan" dê di Festîvala Fîlman a Parîsê di beşa pêşbaziyê de bê nîşandayîn.
Belgefîlmê "Şawaxan" pêşî îsal di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de, dûre di meha avrêlê de li Festîvala Belgefîlman a Vision du Reel Belge ya li Nyona Swîsreyê û dûre jî li Festîvala Fîlman a Trentoyê hat nîşandayîn. Belgfîlm vê carê diçe Parîsêb 7'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Parîsê îsal di navbera 2-14'ê tîrmehê li dar dikeve. "Şewaxan" jî di festîvalê de di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de dê bê nîşandayîn.
Derhêner Kazim Oz belgefîlmê xwe bi piştgiriya televîzyona fransiz ARTE û Fona Jan Vrijman kişandibû. Belgefîlm li ser çar demsalên Şewaxan hatiye kişandin.
Digel belgefîlmê "Şewaxan" dê fîlmê Oz "Bahoz" jî di festîvalê de bê nîşandayîn. "Bahoz" di Beşa Taybet a Tirkiyeyê de derkeve pêşberî temaşevanan. Di vê beşê de nêzî 40 fîlmî ji Tirkiyeyê dê bêne nîşandayîn û derhênerên wekî Nuri Bilge Ceylan, Yeşim Ustaoglu, Semih Kaplanoglu, Reha Erdem jî dê beşdarî festîvalê bibin.


