logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Çîrokên komîk ên ji hundir: 'Heval ez yoga dikim!'

Niha du pirtûk li ber destên me ne. Belê bi tirkî ne lê tije henekên rastîn in. Em qala pirtûka "Îçerîden Însan Manzaral

  • Dîrok: 01/09/2016
  • Beş: Berhem

Diyarname

Niha du pirtûk li ber destên me ne. Belê bi tirkî ne lê tije henekên rastîn in. Em qala pirtûka "Îçerîden Însan Manzaralari" (Ji hundir dîmenên mirovan) ye. Pirtûk wekî du cild ji aliyê Serdar Koç ve hatiye amade kirin û wekî du cîld ji Weşanên Do derketiye.

Heta niha bi sed hezaran kurd ketine girtîgehê, hin derketine, hin hê girtîne. Hinan bêyî ceza bixwin demek kurt li wir derbas kirine û derketine, hinan hê cezayek dirêjtir xwarine û demek dirêj li girtîgehê mane. Û bêyik piraniya van kesan li girtîgehê rastî bûyerên cur bi cur hatine û hin ji wan jî bûyerên henekî ne. Niha Serdar Koç ji ev henekên, yan jî rewşên komîk ku li girtîgehê derketine kirine pirtûk û pêşkêş kirine.

Di pirtûkê de gelek rewşên komîk hene. Em gotinê dirêj nakin û ji bo hin rewşên komîk gotinê didin pirtûkê (me beşek kurt ji henekan hilbijart):

- Sohbeta li ser bêriyê

Komek girtî li Mêrdinê ketine nava sohbeta bêriyê, yek radibe dibêje "Min gelek bêriya diya xwe kiriye, yek dibê, "Zarokê min ê biçûk heye, hê sê salî ye, min gelek bêrî kiriye" û bi ser de zêde dike; "Yên ku zarokên wan tune bin nikarin vê fêm bikin." û Mustafa ji hundir axîniyek kûr dikişîne, bi dengek dilê mirov dihelîne dibêje, "Wele heval, ez çi derewan bikim, ji zarokan zêdetir min bêriya diya wan kiriye."

- Xewar

Yek ji wan her radizê, lê heval her mudexele dikin. Dîsa carek wisa radizê, yek dixwaze rake, ew wir de çavên xwe nîv vedike û dibêje, "Heval ez yoga dikim. Tu fikirîna min belav dikî."

- Meseleya ziman

Mistefayek ji Bakur, dixwazek bi çend peyvên erebî hin bûye gazî Mistefayê ji Rojava bike. Dibêj "Heval Mistefa camel, camel." Ji Mistefa deng dernayê lê ew "Camel, camel"a xwe didomîne, hevalekî dikeve navberê: "Heval camel tê maneya deve, tu çi dikî/". Ew dibêje: "Wele çi zanim ji pirtûkên dibistanê ew di bîra min de maye."

Gelek caran bi tirkî difikirin lê bi kurdî diaxivin. Yek dîsa wisa difikire dixwaze pesnê hevalê xwe bide lê dibêje, "Heval ez te binepixînim."

Yekî din ku nû hînê kurdî bûye, didin ber pencereyê, dema gardiyan/leşker bên ew bi kurdî deng bike. Di demek wisa de dibê, "Heval, heval dijmin kete me!" Yên guh dikin jixwe bi vê dizanin leşker hatine lêgerînê lê henekê pê dikin "Deng nayê te got çi?" Ew zêdetir diqîre: "Heval dijmin kete me."

- Rojnameya Pispetispê

Ji televîzyonê spîker dibêje li gor çavkaniya rojnameya fisilti (pistepist) û nûçeyê pêşkêş dike. Nejat ji wir diqîre, "Bêşerefno! Alçaxno, dema rojnameyeke me dinivîse hûn di cih de digirin, ger wekhevî heye hûn çima vê rojnameya pistepistê (fisilti) nagirin?"

- Ezê zilam kirê bikim

Husametîn kesekî navsere ye bi endamtiya rêxistinê hatiye girtin. Li girtîgehê jî rexne pir in. Her kes wî rexne dike, dibê, "Ji bo Xwedê qet kesek tune ye aliyek min ê baş nîşan bide, ma qey qet aliyên min ên baş nîn in?" Lê her rexne tê û di dawiyê de biryar dide ku dê ji rexneyan xilas nabe, dibêje, "Li vir ezê nikaribim xwe ji rexneyan bidim alî. Wekî ku qet aliyek min ê baş nîn ebbe. Ez ji vir derkevim derve ezê zilamekî kirê bikim bila pesnê min bide."

- Helîn Avşar

Hîn bûne ku ji Erdexanê berendama DTP'ê xwişka Hulya Avşar e. Velî dil li Helîn Avşar kiribû dibêje, "Ez hêvî dikim berendam Hêlîn be. Heval ê me jî bila wisa berendamên me yên xweşik hebin. Emê gelek dengan bigirin. Emê li Erdexanê teqez qezenc bikin ne? Xweşikî bi xwe re dengan tîne ne?" Piştî ku televîzyon nûçeyê dixwîne û dibêje berendam Yuksel Avşar e Velî xemgîn dibe, hevalên din bi Velî dikenin.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Sêrtê navê Kişanak ji pûsûlayê jê kirin

ad

Xêro Abbasî piştî salan li Qamişloyê konser da

ad

Êrîşê tîmên kurdan kirin

ad

Traktora DTP'ê heye

ad

Rojên Belgefîlman ên Egeyê dest pê dikin

ad

Li hemberî kayûmê çalakî didomin, kî çi got?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname