Diyarname
Hîndekarê kurd Dr. Şaro Garip ku yek ji 1127 akademîsyenên banga aştiyê kiribû û bi zextan re rû bi rû mabû niha nikare Tirkiyeyê biterikîne. Digel ku akademîsyen Garip tenê hemwelatiyê Almanyayêye jî, lê belê heta niha ne sefareta alman ya li Tirkiyeyê û ne jî Wezareta Karê Derve ya Almanyayê hewleke cidî ji bo wî pêk anîne.
Akademisyen Şaro Garip li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hîndekarê beşa sosyolojiyê bû û piştî belavoka aştiyê ya akademîsyenan hate belavkirin, ew jî wekî gelek akademisyenên din hat binçavkirin û pê re jî ji kar hat dûrxistin. Garip bi hinceta piştgiriya rêxistineke terorê niha li Tirkiyeyê tê rawestandin û rêya ku vegere Almanyayê jê re nayê dayîn. Li ser vê yekê dê îşev saet 21.56'ê di televîzyona dewletê ya alman ARD de di bernameya Monitor de behsa rewşa akademisyonê kurd ê hemwelatiyê Almanyayê were kirin. Di bernameyê de helwesta neyînî ya hikûmeta
Almanyayê ya li hemberî hemwelatiyê xwe Dr. Şaro Garip cihekî girîng digire.


