Diyarname
Birê nivîskarê me Yeqîn H. yê bi navê Tayîp Olmez ku ev çend meh bûn li nexweşxaneyê bû îro wefat kir.
Tayîp Olmez ku bavê 6 zarokan bû îsal di 5'ê gulanê de pê hesiya ku qansêr e. Ew pêşî rakirin Amedê, li nexweşxaneyê demek dirêj ma. Hin mudexele hatin kirin, ji pankrasê emeliyet kirin, lê rêvî kêlnedigirtin. Talûkeya jiyanê hebû. Paşê li Îzmîrê dixtorek dîtin, rakirin Îzmîrê, li wir jî emeliyet kirin. Pêşî baş derbas bû, lê mixabin rewş ber bi xirabiyê ve çû. Ji gulanê ve rehmetî Tayîp Olmez li nexweşxaneyê bû û di van 5 mehan de 8 caran emeliyet kirin, 107 rojan qet xwarin nedanê û di dawiyê de laş nekarî ew qas giraniyê hilde û roja 2'yê mehê saet 3'yê sibê de wefat kir.
Cenazeyê Tayip Olmez birin Mêrdînê, roja 3'yê mehê berî nîvro dê bibin gundê Bixura Dêrikê û li wê derê defin bikin.
Li ser navê Diyarnameyê em ji hevalê me Yeqîn H. û ji malbata rehmetî re sersaxî û aramî dixwazin, ji Xwedê hêvî dikin rehmetî ku Tayîp Olmez bi rehma xwe şa bike.


