Diyarname
Heta niha golek ew qas bilez nehatibû avêtin: Bi destpêkirina maçê re tenê 7 saniye derbas bûbûn û gol hat.
Êvara 10'ê mehê di maçên hevtêkbirinê yên Kûpaya Cîhanê de maçên Koma H hatin lîstin. Maç di navbera Belçîka û Cebelitarik de bû. Belçîkayê bi 6-0 reqîbê xwe têk bir lê mesele ne ev e, mesele gola pêşî ye.
Çawa dest bi lîstikê hat kirin Belçîkayê bi lîstikvanê xwe Benteke di saniyeya 7'an de gol avêt û ev gol wekî "gola herî zû hatiye avêtin" kete nava dîroka fûtbolê.
Vaye ew gol:


