Diyarname
Rojnameger Murat Çelîkkan ji bo piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê a ku bi KHK'yê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hatiye girtin rojek Nobertariya Gerînendeyê Weşanê ya rojnameyê kir. Ji ber vê yekê Çelîkkan bi îdîaya "Propagandaya Rêxistinê kiriye" bi salek û 6 meh cezayê hepsê hat cezakirin. Çelîkkan di 14'ê gelawêja 2017'an de ket Girtîgeha Kiriklarelî. Ji ber cezayê Çelîkkan daket bin salekê ew bi şertê qontrolê hat berdan.
Eryilmaz jî hatibû cekarin
Ji Gerînendeyê Nobedar ên ji bo piştgiriya Ozgur Gundemê rojek bar girtibûn ser milên xwe rojnameger Tugrul Eryilmaz jî roja 20'ê vê mehê ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi salek û 3 meh cezayê hepsê hat cezakirin. Cezayê Eryilmaz hat bi paş ve xistin.
Di heman dozê de Zeki Kayar û Levent Dondu ku ji girtîgehê ji bo rojnameyê nivîs şandibûn jî hatin cezakirin.


