logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hişkî nîşana zimanên mirî ye

Ziman bi her hel û mercî ne tiştek e ku mirov karibe bixe qalibekî. Heger zimanek ket qalibekî, bi ya min ew ziman êdî m

  • Dîrok: 23/02/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ 

Ziman bi her hel û mercî ne tiştek e ku mirov karibe bixe qalibekî. Heger zimanek ket qalibekî, bi ya min ew ziman êdî miriye. Ji ber wê ye ku mirov dikare Latînî bixe qalibekî. Ji ber ku di civakîbûnê de û ji bo xwenaskirin û xweîfadekirinê bi dewreke sereke radibe, ziman hem ji bo ferdan û hem jî ji bo civakan ji bo rengê nasnameyê, guherandina wê, xweîfadekirina wê û xwejinûveavakirina wê ya sereqet û muzakereyên bi nasnameyên din ên misêwa re, diyarker e.

Doh Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bû. Ji ber wê ev demeke berê awirên min li ser minaqeşe, çalakî û kampanyayên elaqedarî zimanê kurdî bû. Min serê xwe pê diêşand. Lê ez lê hayil bûm ku bereyên meseleyê ne didu ne. Yanî ne kurdî û kesên kurdî zimanê wan li aliyekî bûn û ne jî kesên dixwazin kurdî tine bikin - pê re jî civaka kurd - li aliyê din bûn. 

Gelek bere hebûn di nava kurdî de û di nava dewrûbera ne kurdî de. Dewrûber xwedî tesîr jî be, ez ê xwe li ya hesanî bigirim û berê xwe bidim aliyê kurdî. Tesbîta herî muhîm a dewrûberê ew e ku dewleta Tirkiyeyê wekî bereyeke xurt dixwaze kurdan qir bike û êrîşên kurdî jî di vê çarçoveyê de tên plankirin û tetbîqkirin. Awa û rengên wan biguhere jî esasê meselê li wî alî ew e.

Li aliyê kurdî bere gelek in, bereyên siyasî ne yek in, bereyên li ser feraseta beramberî ziman ne yek in, bereyên stratejiya hînkirin û zindîkirina ziman ne yek in. Pirbûna stratejiyan dibe ku bi kêra zindîmana zimên jî bên, em ê vê sibê dusibe çêtir ji hev derxin. Lê feraseta li ser ziman çiqasî pir-reng jî be, divê karibe li deverekê hin tiştên sereke ji hev derxe. Ya ewil ew e ku ziman zindî ye û jixwe ji ber wê tehlûkeya tunekirina wê - yanî mirina wê - heye. Heger wisa ye divê em karibin qebûl bikin ku ziman wê wekî xwe nemîne û berê jî "te" carî wekî xwe nemaye. Heta "tu" qalibên hişk û mutleq ên guherîna zimên jî nîn in, berê jî nebûn. Carinan faktorên mirov hîç bîra wan nabe dibin sedema hin guherînin ku dibin parçeyek ji zimên. Ev bûye û jixwe ziman jî bi vî rengî "bûye".

Em dikarin bibêjin, çawa nasname xwe çêdikin, ziman jî xwe çêdikin. Ev xweçêkirin jî pêvajoyeke ji bo demekê, mohletekê nîn e, daimî ye, bê navber e û misêwa ye. Ji bo her zimanî varyantên herêmî hene û ev varyantên herêmî xwedî xisletên taybet in, dînamîkeke wan heye. Rêzgirtina ji van varyantan re û ji dînamîkên wan ên guherîn û xweçêkirinê re, esas rêzgirtina ji zimên bi xwe re ye. Gava em qalibên hişk ên qaîdeyan li gorî varyantekê diduyan li ser tevahiya varyantan ferz bikin, esas em hinekî wî zimanê dikujin. Ev kuştin bi maneya kêmkirina zindîbûna wî zimanî ye. 

Ji ber wê bi ya min divê stratejiyên standartkirina kurmancî - yan jî kirmanckî - xwe li hişkbûna qaliban asê nekin. Pir muhîm e ku ku varyantên heyî jixwe bihesibînin û karibin dînamîka wan ji bo xwe veguherînin xurtiyê. Ez ji xwe behsa minaqeşeyên bê mane û zirarker ên li ser "filan peyv ne bi kurdî ye, bi kurdî ye" jî wekî talûke dibînim. Pirsên etîmolog ji ber sedemên ilmî dikin û li bersiva wan dipirsin, gava di stratejiyên standartkirinê de karîger bin, şaşiyeke cidî li ber me heye.

Halê hazir meseleya eslî ya kurdî li bakurê Kurdistanê ne stratejiyên standartkirinê ne, lê wekî zimanê dayikê peyivîna pê ye. Gava em qalibên hişk ên ku li jor min behsa wan kir, nerm û sist bikin, û nexasim jî rêzê ji varyantên heyî hemûyan re bigirin. Ev dikare bibe teşwîqeke mezin da ku xelk rehetir bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin û kurdî bibe zimanê dayikê yê bêhtir zarokan. 

22.02.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

 

**

Nûçe/Nivîsên Eleqedar:

- Mirov bi zimanê xwe mirov e 

- Lînka kampanyaya îmzeyan 

-  Ji bo ziman kampanyaya îmzeyan dest pê kir

- Dawiya hefteyê çalakiyên ji bo ziman

- 
Xebatên ji bo Roja Ziman ên îro hatin kirin (19.02.2021)

- 5 saziyan ji bo Roja Ziman daxuyanî da 

- Sedî 33,4: Divê mafê Perwerdehiya Ziman bê dayin û bê parastin

- Hedefa Komîsyona 21’ê Reşemiyê mîlyonek îmze ye 

 

   

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barselonayê biryareke dîrokî girt

ad

7 fîlmên vê hefteyê

ad

MSDê daxwaza Sûriyeyê red kir

ad

Kurdî kete nav lîsteya zimanên bandorker

ad

Eurodram a Kurdî li benda berheman e

ad

'Ez li benda keştiyê me'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname