Diyarname
Şaredariya Şemzînanê di destê partiya kurdan DBP'ê de ye. Şaredar Seferî Yilmaz e. Yilmaz çend roj berê hat binçavkirin û hê jî di bin çavan de ye. Hê nehatiye girtin, hê dewletê wekî şaredaryên kurdan ên din bi "kayyûm"ê desteser nekiriye lê îro tiştek din kir: Zincîr li derî da.
Belê deriyê Şaredariya Şemzînanê hat zincîrkirin û îro nehişt kes bikeve şaredarî, nehiştin xebatkar herin ser karê xwe. Ev wêne ji vê zincîrkirina îro ye. Em wekî Wêneyê Rojê pêşkêşî we dikin. Fermo:


