Diyarname
Li Marsilyayê karkeran ji bo konsera Madonna amadehî dikirin, sehneya çêdikir têk çû, du karker di bin de mirin.
Madonna di 19'ê tîrmehê de dê li Stada Velodram a Marsilyayê konser bida. Karkeran amadehiya ji bo konserê dikir û sahne saz dikir. Ji nişke ve sehne têk çû, du karker mirin û 6 jî bi giranî birîndar bûn.
Li ser vê yekê Şaredariya Marsilyayê daxuyaniyeke da û da zanîn ku konser hatiye betalkirin.


