logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'120 hezar û 681 kes dibêjin zimanê min kurdî ye'

Li paytexta Belçîka Brukselê di Parlemana Ewropayê de yekemîn konferansa Navneteweyî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêk hat.

  • Dîrok: 30/04/2017
  • Beş: Nûçe

ÎBRAHÎM BULAK / BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê di Parlemana Ewropayê de yekemîn konferansa Navneteweyî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêk hat. Di konferansê de ku bi hevkariya PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn) û Enstituya Kurdî ya Brukselê çêbû, beşdar û axifgeran behsa talûkeya asîmîlasyanê kirin û ji Yekîtiya Ewropa û Parlemena Ewropayê di wî warî de banga alîkarî û hevkariyê kirin.

Konferansa ku bi desteka parlementerên Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû ên Parlemema Ewropayê û KNK li Parlemena Ewropayê hat lidarxistin, li gel dîrokzan û nivîskarên kurd û kurdên Anatoliya Navîn ên ji welêt û ji derveyê welêt pêk hat.

Reng û çanda xwe parastine
Di destpêka konferansê de Hevserokên PKAN’ê Dîlan Bîçer û Şevket Bakan xêrhatina beşdaran kir. Dûre Cigîra Serokê Parlemana Ewropayê û ji Koma Keskan û di heman demê de endama Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Ulrike Lunacek axivî û got; "Bi rastî jî ez kurdên Anatoliya Navîn pîroz dikim ji ber heta îro tevî ku ew qas zor û zehmetiyan reng û çanda xwe parastine  ku îro li vir konferanseke bi vî hawî li dar dixin. Her wiha ne tenê xwe wekî mexdûr derdixin pêş hay ji hêz û quweta xwe jî hene, ev jî xaleke girîng e ji bo min. Jixwe em niha dibînin hema hema nîvê beşdaran jin in. Ez bi xwe jî koçber im, malbata min ji welatê Çekî koçber bûne. Loma jî dizanim jiyana koçbertî çendî zehmet e."

Ji ber Tirkiyeyê ez li welatê xwe koçber bûm
Her wiha Lunacek derbirî ku gelê kurd û hêzên demokrat ên li Tirkiyê di têkoşîna xwe de ne bi tenê ne ew ê wekî kom û kes her tim li pişta wan be û di wî warî de zextê jî li Parleman Ewropayê bikin ji bo bikevin nava tevgerê.
Piştre endamê Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Costas Mavrides jî axivî û got ku niha em dibînin li Kurdistanê jenosîdek li dijî kurdan pêk tê.

Kevntirîn belge: Metnên Şikarî
Piştî axaftina parlementerên Ewropî bi moderatoriya Dr. Meliha Dogan û Dr. Necati Harmankaya Prof. Kadrî Yildirim, nivîksar Şoreş Reşî, dîrokzan Mehmet Bayrak û berdevkê PKAN’ê Ahmet Gezer li ser tarîxa Kurdên Anatoliya Navîn û rîsk û talûkeyên di pêşiya vê cikavakê de axivîn.

Prof. Kadrî Yildirim di xeberdana xwe de behsa metnên Şikarî kir û got ku ev metn kevntirîn belge ye ku qala hebûna kurdan li Anatoliya Navîn dike. Yildirim bal kişand ser vê yekê ku Şikar navê kesek e û li gorî vê metna hanê ji Amedê ye û hinekan ji bajarekî kurdan ev metn aniye bajarê Konyayê.

Di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûne
Yildirim bi vî rengî qala metnê kir: "Di vê metnê de tê gotin ku ev metn di sedsala 16’an de hatiye nivîsansin, gelê kurd hê di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûye. Taybetiya vê metnê ev e ku kevntirîn metn e li ser kurdên li Anatoliya Navîn e"
Piştre Yildirim da zanîn ku li gorî daneyên dîrokî kurdan di sedsala 15’an dest bi avakirina gundan li Anatoliyê kiriye û di sedsala 17’an de êdî dibe hêzek. Heta gelê kurd di avakirina bajarê Nevşehîrê de jî roleke girîng lîstiye.“

120 hezar û 681 kes dibêjin zimanê min kurdî ye
Her wiha Yildirim anî ziman ku sala 1927’an di hejmartina dewleta Tirkiyeyê de 120 hezar û 681 kesên li Anatoliya Navîn dibêjin "zimanê min kurdî ye."

Li Anatoliya Navîn 2 mîlyon Kurd hene
Nivîskar Şoreş Reşî jî di xeberdana xwe de qala belavbûna kurdan li Anatoliyê kir û got gelê kurd li wir li gorî diyalekte xwe sê beş in, kurmanc, lêkî (Şêxbizinî), kirmanckî. Reşî got ku li gorî texmîna wan li Anatoliya Navîn 2 mîlyon kurd hene û dikarin bêjin ku ji sedî 75 kurmanc, ji sedî 15 lekî û ji sedî 10 jî kirmanc in.

Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin
Reşî piştî mijarên dîrokî behsa rewşa aktuel a kurdên ji Anatoliyê kir û got:“ Di pêşiya me de talûkeyek pir mezin heye, ev jî asîmîlasyon e. Heta niha gelê me çand û zimanê xwe heta gihandiye roja me ya îro. Lê ji wir şûnde divê em serê xwe bi asîmîlasyonê biêşînin. Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin nexwe nifşên nû wê ji dest me biçe."
Berdevkê PKAN“ê Ahmet Gezer jî behsa birêkxistinbûna û xebata PKANê kir û got êdî PKAN ji alî gel ve hatiye qebulkirin.

Bîrnebûn bi rola dibistan rabû
Dûre dîrokzan Mehmet Bayrak peyivî û got ev bixwe li gorî erdnigariyê ne ji Anatoliyê ye lê ji Torosên Navîn e û tespîta "Torosên Navîn (Iç Toroslar) wekî pirek e di navbera Kurdistan û Anatoloiyê de" kir. Her wiha Bayrak behsa kovara Bîrnebûn kir û got: "Ev bû 20 sal in weşana xwe didomîne. Kovara Bîrnebûn hema hema bi karê dibistanê rabû di nav vê civakê de. Ez jî yek ji nivîksarê wan ê ewil im. Mixabin niha kes ji kovarê li wir tune, diviyabû edîtor an jî xebatêkarê vê kovarê jî li wir bana.“

Piştî derketina welêt asîmîlasyon pêş ket
Herî dawî rêvebirê PKAN’ê Muzaffer Kuçukyildiz axivî û got: “Heta niha 2 mîlyon kurdên Anatoliya Navîn li dijî asîmîlasyona dijwar rabûne û li pişta Tevgera Azadî sekinî ne. Mixabin piştî derketina ji cih û warê bav û kalan asîmîlasyon pêş ket. Yekane rê heye ku ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin, ev yek jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Divê em di vî warî de têkoşîna xwe xurt bikin û her wiha divê Yekitiya Ewropa û Parlemana Ewropa jî ji bo pêşî vekirina vî tiştî bikeve nava tevgerê."
Di dawiya axaftina xwe de Kuçukyildiz bang li kurdên ji Anatoliyê kir û got bila werin em bi hev re bixebitin û birêkxistinbûna xwe xurt bikin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rêzefîlmê derhênera kurd di Netflixê de dest pê kir

ad

Obama hat Tirkiyeyê

ad

Başak Demîrtaş li ser berendamiya xwe ya Stenbolê daxuyanî da

ad

Edîtorê Nûbiharê: Ji bo ziman desthilatdarî divê

ad

Beşar Esad bi eşîretên kurdan re hevdîtin pêk anî

ad

Demîrtaş: Li her taxa Amedê bi aramî xebata xwe bidomînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname