logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

23 adar: Bajar bi bajar cihên Newroz lê hat pîrozkirin

Di 23'yê mehê de jî li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. Piştî Wanê li Geverê jî şehîdek çêbû.

  • Dîrok: 23/03/2008
  • Beş: Nûçe

 

Di 23'yê mehê de jî li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. Piştî Wanê li Geverê jî şehîdek çêbû.
 

Stenbol

Qada Kazliçeşmeya Stenbolê têrî gel nekir. Li dor 250 hezar kes li Qada Qazliçeşmeyê hat cem hev û Newroza xwe bi rengên xwe, bi stranên xwe pîroz kir. Di Newrozê de mebûsên DTP'ê Emine Ayna, Sirri Sakik û Sebahat Tuncel axaftin kirin, rexne li desthilatdariyê kirin.
Newroz bê bûyer bi dawî bû, lê piştî Newrozê leşker li ben deriyê Çarşiya Bakirkoy bi diruşmên "Her tişt ji bo welat e" meşiyan


Li Geverê İkbal Yaşar hat şehîdkirin

Li Gevera Culemêrgê serê sibê mebûsê Culemêrgê Hamit Geylani jî di nav de 15 hezar kes li ber avahiya DTP'ê hat cem hev û xwest Newrozê pîroz bike. Polîsan destûr neda û êrîşê gel kir. Li ser vê yekê ciwanan jî bersiv da. Di pevçûnan de çend kes bi guleyên polîsan birîndar bûn. Çalakvan Îkbal Yaşar ku gule li singê wî ket rakirin nexweşxaneyê lê di rêde jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku Selim Akbaş, Raif İren û Savaş Babalitaş bi giranî birîndar in.

Li Culemêrgê ji ber şermezarkirina bûyerên li Wan û Geverê nîvrokî esnafan dikanên xwe girtin.

Her wiha li Geverê li taxa Esentepe teqîneke pêk hat û sê polîs birîndar bûn.


Îzmîr

Li Îzmîrê Walîtî destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Digel vê yekê DTP'yiyan xwest li Meydana Gundogdu Newrozê pîroz bikin. Ji bo vê yekê li ber avahiya DTP'ê hatin cem hev lê polîsan êrîş kir. Bi hezaran kes ku xwestin ber bi qadê ve bimeşin pêşî li wan hate girtin. Mebûsê DTP'ê Akin Bîrdal xwest ewlehî ji pêşiya gel helî û gel here qada Newrozê lê destûr nehate dayîn û pevçûn derket.


Konya

Li konyayê 9 kesên ku di Newrozê de ji ber qîrîna diruşmeyan hatibûn binçavkirin derxistin dadgehê. Ji van 9 kesan 5 kes hatin tewqîfkirin û ew şandin girtîgehê.


Denizli

Li Denîzliyê li Meydana Pazaryerî ya li Taxa Esenpe Newroz hate pîrozkirin. Gel bi gerandina govendê û qîrandina diruşman Newroza xwe pîroz kir, lê li Denizliyê jî binçavkirin hebûn. 5 kes hatin binçavkirin.


Bursa

Pîrozbahiya Newrozê ya ku bi organîzeya DTP, EMEP, SDP, ESP, SODAP, Partîzan û hind rêxistinên sivîl ve li Bulvara Gokdereyê hate lidarxistin bi coş derbas bû. Nêzî 5 hezar kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn yek bi yek di noqteya lêgerînê de hatin derbaskirin.


Enqere

Li Enqereyê bi pêşengiya DTP, EMEP, SDP, ODP, Mala Gel, ESP, Komeleya Pîr Sultan Abdal, sendîka û hind komeleyan pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Girseya ku li Kolana Torosê hate cem hev heta parka Abdî Îpekçî meşiya. Nêzî 5 hezar kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn, di noqteyên lêgerînê de derbas bûn.
Li ser pirsa Parlamenterê DTP'ê ya Şirnaxê Hasîp Kaplan a "Hûn dixwazin ku Newroz bibe pîrozbahiya fermî?" girseyê bi yek dengî bersiva 'erê' da. Kaplan, di axaftina xwe de bang li Erdogan kir û wiha dom kir: "Birêz Erdogan tu vî dengî dibihîzî an na? Lê gelê Amedê bersiva AKP'ê da. Her wiha ji êrîşên li hemberî gelê Colemêrg, Wan û Sêrtê jî hikûmet berpirsiyare. Li Wanê jinên ku bi cîlên xwe yên neteweyî xwestin Newrozê pîroz bikin rastê êrîşa bi cop hatin. Copên ku li hemberî jinên kurd haten bikaranîn li hemberî rûmeta kurdan hatine bikaranîn. AKP'ê bi ser gel de gule barandin. Erdogan pêvçûna kurd û tirkan kûr dike."
Piştî axaftinan hunermend Cevahîr Canpolat û koma Rizgar ya NÇM'aStenbolê konser dan.

Balikesir

Waliyê Balikesîrê bi hinceta "wê bibe sedema qirêjiya derdorê" ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr nedabû. Lê li gel vê yekê jî Newroz li qadan hate pîrozkirin. Wesayîtên bi sedan kesên ku ji Edremît, Burhaniye û Altinolukê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Taxa Çamtepe ya Ayvalik bibin derketin rê, hatin sekinandin û bi hinceta kontrola nasnameyan bi saetan hatin rawestandin. Girseya ku piştî kontrola nasnameyan gihîşt qada Newrozê, li Ayvalikê bi çepik û sloganan hate pêşwazîkirin. Li gel hişyariya polîsan a "heke hûn belav nebin ji ber xwepêşandana bêdestûr em dê mudaxele bikin" jî girseyê qada Newrozê terk nekir. Nêzî hezar kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn diruşm avêtin û govend gerandin
Nêzî 500 kesên ku li ber Mizgefta Yuzuncu Yil a Navçeya Bandirma ya Balikesîrê hatin cem hev jî, agir vêxist û Newroz pîroz kir

Edene

Newroza Edeneyê bi beşdariya dehezaran li dar ket. Parlementera DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak, Endamê Meclîsa DTP'ê Mustafa Avci di pîrozbahiyê de axaftin kirin.
Kişanak, diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên li ser kurdan lêborînê ji gelê kurd bixwaze û wiha berdewam kir: "Ji ber polîtîkayên AKP'ê êrîşên li ser partiya me û gelê kurd zêde bûne. Li Wanê Mehmet Denîz, li Şirnexê Yahya Menekşe kuştin. Gelê kurd van kuştinan bê bersîev nahêle. Divê hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên şîdet û şer berde."
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên Koroya Zarokan a Newayên Ro, Koma Dengê Ezgî û Koma Çiya didome.


Wan

HAK-PAR'ê jî li Wanê pîrozbahiyeke bi xwarin a Newrozê li Hotela Akdamar li dar xist.
 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Saet 23.00: Kurdan Parlemena Hollanda dagir kir!

ad

'101 çîrokên kurdî', '101 romanên kurdî' derket

ad

Şeva hurmetê ji bo Îsmaîl Beşîkçî hat li darxistin

ad

Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a H.Çelebî dest pê kir

ad

KINC JI RÛYÊ RE TUNE YE

ad

Ji bo Kerkûkê YNK'ê bang li PDK'ê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname