Azad Ronakbar
Erê, dîsa demekî dereng, dîsa giraniya hest û ramanan berê min didin ber bi komputera min ve, deng û bêje li ser tiliyên min dicivin, min hewceye ez wan ji xwe daxînim, ji xwe daxînim û belav bikim. Berê xwe didim komputera xwe; çavên min li derve li sikakê dikevin, saetên dereng e, ji xeynî ronahiya tirimbêlekî li sikakê tu kes û tu tişt nîn e, ji bo segan jî hêj zû ye. Saetên dereng ên şevekî ji dawiya gelawêjê, şevên dawî yên havînekî ji emrê me...
Li gel ku germ e jî dîsa li sermê difikirim, dizanî payîza welatê me zû tê, havîna wî kurt payîz û zivistana wî dirêj û bi şid e. Li te diramim Bîşenga delal... Li rengê te, li pelên te yên tije jiyan diramim... Gêraniya te, delaliya û şengbûna te ku her tim di hiş û dilê min de ye, hebûna te yê ku êş û azarên min dikewîn e, dicebirîn e...
Her tim digazînî, şanoyekî vala ye dibêjî, ligel rû û dengên li dora min... Ma ez nizanim ku li ser wî dikê tu tenê yî, bi tena serê xwe yî; lê ez... Tu dizanî Bîşeng, min kirine berbejn ji xwe re ew pelên te yên şeng, heta wî rojê...
Lê ez çawa bikim ku bayê payizê tenê pelekî te jî neêşîne?.. Bîşeng... De ka çawa bikim?
Bîşeng, Bîşenga min a rengê xwe daye jîna min demên wiha de, di demên ku ji xeman nefes li min diçike ez xwe davêjime bextê helbestê; nîgaşên hin şaîrên me wekî piyanekî ava sar a ku kela havînê de digihîje hawara meriv in...
Û yek ji van xwediyên nîgaşên bi bandor, xwediyê dîwana “Bîşenga Deşta Dûr”, Kawa Nemir e. Çend sal berê bû, ji bo xebatekî wergerê mamoste Samî Tan berê min dabû ber bi cenabê wî. Hevdunasîna me bi vî hawî çêbûbû, lê piştî çend danûstandinan têkiliya me qetiya bû û min xebat bêyî şêwirmediya kesekî pisporê karê xwe bi hemû xeşîmiya xwe re nav salekî de karîbûm biqedînim. (Reng e ku di destê pisporekî de ev kar mehekî de biqede jî.)
Bila kes li min negire, ezê di vir de ya dilê xwe bêjim Bîşeng.
Demekî dirêj berê niha, bi gotineke rastir bi salan berê niha ji nivîsandina helbestê dûr ketibûm, ew tehma ku ez pê digeriyam, di helbesta kurdî de lê rast nedihatim, heye ku ez bi awayekî çak pê nedigeriyam jî û ji ber vê lêgerîna qels bi ser ve nedibûm. (Adana şaîr nîgaşên xurt û qelew in, eger bi van nîgaşan neyê xweyîkirin helbasta wî/ê jar dikeve, ziwa dibe û tê ku biçike.)
Dîwanên ber destên min, ên ku min bi hewldanên xwe yên jar û qels peyde kiribûn jî têra min nedikirin.
(Dixwazim li vir hinekî bi gelemperî baxivim.)
Ji xwendina wan dîwanan pir tişt li min zêde bûn, min bi kêf û hezkirinekî bêpayan wan xwend. Lê digel vê yekê jî giregirên me ne tê de bi gişti ew dîwan û şaîrên ku min xwendin têra helbestekî li min bandor nekirin, lewre di wan helbestan de yan ji nîgaşan hest nayên têderxistin, yan jî ji gotina klasîk xweserbûn û nîgaş hatine xeniqandin.
Sê sal berê bû ku berê me ketibû Amedê û em çûbûn serekî li Weşanên Lîsê jî dabû. Li dû sohbetekî xweş bi Lal Laleş re em derbasê pirtûkxaneyê bûbûn, min hemû weşanên wan yên kurdî kirîbûn, yek ji wan jî Bîşenga Deşta Dûr bû ku gava Lal Laleş bi dirêjkirina wî dîwana biçûk a berg tirincî ber bi min ve, gotibû “Ev jî yê Kawa Nemir e” min bi heyecan û meraq û -rastî bêjim- hinekî jî bi girgînî ew bi destê xwe girtibû...
Lê di vegerê de... Ew dîwan bûbû pirtûka ber serê min, bi rojan Xwedê zane ka min her helbesteke wê dîwanê çend car xwendine û hêj dê bi caran jî bixwînim.
Ji her rûniştinên xwendina helbestên cenabê de bi guherînên berz radibim, hest û raman vediguhêzin astekî gihîştîtir, nîgaşên min astekî hildikêşin û helbesta min fetlekî li xwe dide.
Û dawiyê de îsal ew keys bi destê me ket ku me dilê xwe li hevokan rehet kir û li hember dengê pêlên behra wanê dil û hişê me di taristana şevê de bi xweş sedaya nîgaşên wî teyisîn. Bajêr fenanê keçekî ku teze li gêraniya xwe haybûbe bi naz û şanaz bû, li dû guhdayîna ew nîgaşên gewre û giyanewer.
(Dixwazim gotinên-peyvên qerase bixwînim-bibihîsim; bêjeyên jixwebawer û piştrast, lê ne tenê ji pênûs û devên hostayan, her wiha ji pênûs û devên ciwan û xeşîman... Bêjeyên kûr, gotinên ji xwe pişt rast, nîgaşên gihîştî û ji bo van jî zanebûn, zanebûn, zanebûn û tecrûbe... Û ji bo van jî xwendin, xwendin, xwendin û jiyîn...)
Rastî barke ji bo nivîsên dirêj qabiliyeta min têrê nake… Wekî gotin û payînên dawiya nivîsan de tên diyarkirin, ji bo her ristikê pirtûka “Bîşenga Deşta Dûr” spasiyên xwe pêşkêş dikim û bi hêvî û payîna pirbûna pênûsên – ligel ciwanbûnê – xurt mîna Kawa Nemir nivîsa xwe diqedînim
Niha jî dîwana cenabê ya nû Salname û ya pêşîn Selpakfiroş ber destê min in, bi destên cenabê gihîştine min...
28 Gelawêj 2009
***
Nivîsên Azad Ronakbar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Takekes û Civaka Kurd de Xwebawerî *


