logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Takekes û Civaka Kurd de Xwebawerî *

Yek ji pirsgirêkên me yên sereke xwebawerî ye, kêmbûna jixwebariyê ye. Takekesê ne jixwebawer di jiyana xwe de nikare bi

  • Dîrok: 21/06/2009
  • Beş: Serbest

Azad Ronakbar

Yek ji pirsgirêkên me yên sereke xwebawerî ye, kêmbûna jixwebariyê ye. Takekesê ne jixwebawer di jiyana xwe de nikare bi hêsanî encamên erênî bidest bixîne; û pêwîstiya ketina li pey xurtkirina kesatiya xwe nabihîse.

Ji ber ku sazûmana heyî ji gava ku zarok hate temenê perwerde dîtinê pê ve dest bi perçikandina xwebaweriya wî/wê dike. Pêşî bi qedexekirina zimanê wî/wê yê ku 5-6 sal pê hatiye mezinkirin, ku hemû hezkirin, xeyal û hestên xwe, hemû dinya xwe pê afirandiye... Li gel vî qedexeyê ku tu dem bi ser neketiye, zimanekî biyan, perwerdeha zimanekî biyan lê tê ferzkirin.

Û ne tenê qedexeyên li ser ziman e ku zext û zoriyan li ser xwebaweriya takekesê kurd û herwiha li ser xwebaweriya civaka kurd dike.

Pergal bi quwet û hêzekî giran ji bo dan jibîrkirina nirx û dewlemendiyên me yên çandî û neteweyî hewl daye û hewl dide.

Ev demekî dirêje ku ez ji bo nivîsandin anko qedandina nivîsandina çîrokekî li pey bûyer û hêmanên dîrokî ên herêma bilîsê û herêmên derdorê me. Gava mirov li diyardeyên îroyîn dinihêre mirov dibêje jixwe ne tu bûyerên ku hêjayê nirxandinê ye hatiye jiyandin û ne jî tu kes û kesayetên grîng û xwedî bandor li vê herêmê ne jiyan e.

Bi dîtina min berhemên dîrokî ên ku emê bikaribin bêjin bi berfirehî bi kîte kît cih dane bûyer û kesayetên li ser civat û dîrokê bi bandor bûne pir kêm in.

Li vê derê dixwazim kevanekî vekim. Min got berhemên nivîskî yên ku cih bidine bûyer û kesayetên bin pêlên dîrokê de mane kêm in, lê ji aliyekî din ve jî pirsgirêkekî me yê ji alê weşan û weşangeriyê ve heye ku ew jî pir girîng e, ev jî haydarbûna ji pirtûk û kovaran e, çi ji yên kevin û çi jî ji yên nû derçûyi... Li vê derê pêwîstiya bultenekî xwe dide der. Belê hin kovaran de, di paş rûpelên hin kovaran de bi awayekî sîstematîk pirtûk û cd’yên nû tên nasandin. Lê ev yek têr nîn e. Xebat û weşanek taybet divê ji bo vî karê. Edîtorên mapera Diyarname xwedê ji wan razî xebatekî hêjayê gotinê dikin û salê carekî lîsteya pirtûkên ku sala borî derçûne radigihînin. Rastî xebatekî pir sûdewer e, lê bi hewildanekî hinekî zêde gengaz e ku saziiyeke me bi hêsanî weşanekî di teşeya bultenekî de derxîne. Ev salên dawî de hejmara berhemên weşanxaneyên kurdên bakur ji sedan boriye. Lê gelo ka çend kes ji van berheman haydar bûne? Belê, xwe gihanndina li ser tevna înternetê gengaz e, lê ew agahiyên li ser înternetê jî ne agahiyên têrker û tetmînker in.

Van salan dawî de dîsa xebatên pir baş li ser înternetê tên kirin, malperên wekî kovarêen ser xetê bin hene û meriv dikare bêje ku alê naverokêv e tije ne û nîvîskarên pir hêja jî dihewînin. Lê mixabin înternet mînanê derya tegehên razber e; bandora xwendina nivîsekî, çîrokekî, helbestekî an hevpeyvînekî li ser înternet/ kompîturê û li ser kaxezê cuda ye, lewre tiştê ku tu dikarî rahêjî, dikarî bi destê xwe bigîrî êdî bi bandor o mayînde ye.

Tê bîra min ku ez hêj 15-16 salî bûm û abonetiya me hebû ji bo kovarekî tirkî, navê kovarê Varlik bû. Gava abonetiya me qeda nêzî 5-6 mehan bi awayekî mehane ji me re bultenekî pirtûkan şandibûn. Di vî bultenê de danasîna berhemên hemû weşanxaneyên Tirkiye’yê dihat kirin. Gava ew bulten dhate malê tê bîra min ku min bi heyecan û bi coşî heb heb li wan lîsteyên pirtûk û weşanan dinihêrî. Niha difikirim û dibêjim, ew weşan bi kurdî bûya gelo dê çawa bûya?..

Ev yek ji bo weşangeriya kurdî ya îroyîn êdî ne hêmanekî zor e. Îro 5-6 kovarên me weşanê dikin û yek ji van kovarên me dikare vê erkê bigre ser milên xwe û du hejmarê de carekî vê bultenê bi weşîne.

Belê, eger em vegerine ser mijara xwe: Her çiqas pergal ji bo veşartina şopên nirxên civakî û dewlemendiyên çandî, wêjeyî û dîrokî hewl dabe jî, serkeftin nehatiye bi dest xistin. Wekî tê gotin, ronahiya rojê bi heriyê nayê tarîkirin...

Li ser vî xalê, dixwazim li ser herêmê baxivim...

Bawer dikim jixwe ne pêwîst e ku em behsa Şerefxan Bedlîsî bikin, ku di navbera salên 1500 û 1600î de jiyaye û xwediyê berhema giran biha Şerefname’yê ye...

Û Hz. Ehmedê Xanî, ku mirov nikare wesfên wî bihejmêre...

Ev vejîndarê zimanê kurdî di destpêka pêvajoya perwerdeha xwe yê medreseyê de li medreseyên Bilîs û Xelat’ê dersan girtiye.

Û Mele Osmanê Xorosî... ji xorosê, xorosa gundê hîzanê ye, ku 1877an de hatiye dinê.

Seyda bi dû çend salên piştî qedandina xwendina xwe û bi stendina îcazetê re derbasê nav Eşîra Hesenan dibe û di Medreseya Xalid Begê Hesenî de seydatî dike. Wekî tê zanîn eniya rojhilat ya bizava Şêx Seîd, eniya rojhilat ya yekmîn serhildana rizgariya neteweyî ya mezin bi giranî li ser Eşîra Hesenan bû ye.

Û li gor agahiyên ku min ji çavkaniyên pê bawer girtiye Xalid Begê Hesenî piştî dersên ku ji Mele Osmanê Xorosî girtiye hest û ramanên welatparêziyê pê re çêbûye...

Gava serhildan têk diçe û pêşengên kurdan dîsa tên bi darve kirin, gulle baran kirin, çend kesan karibûne xwe bifilitînin...

Yek ji wan Mele Osmanê Xorosî bû, ku li gel zar û zêçê xwe bûbû revok...

Li gel Seyda kurê wî yê mezin Abdulsemet hebû...

Seyda mele Abdulsemet ala bavê xwe ji dest digre û hemû jiyana xwe di bin siya vê alê de derbas dike û bi hemû hêza xwe li gel feqe û meleyên ku di medreseyan de rakiriye tovên neteweperweriyê diçîne li çar hêlên xwe...

Û yek ji van feqeyan, feqeyekî ku pir gelek baş xwedî li ajên wan tovan derketiye... Feqe Huseyîn Sagniç, kedkarê rêzimanê kurdî, zimanzanê hêja... Şeş pirtûkên gelek hêja nivîsî û jiyana xwe danî ya li ser pirtûka heftemîn... Pirtûka hefsed rûpelî, berhema bêhempa Dîroka Wêjeya Kurdî...

Û xwendekarekî mamoste Feqe Huseyîn Sagniç, xwendekarekî ne ji rêzê... Kesatiyekî pir ezîz; ew kes ku pir bi nav û deng e, ked û xebatên hêjayê pesindayînê da gelê kurd, ziman û wêjeya kurdî...

Mamoste Mehmed Uzun... Dengê wî hîna jî li ber guhê min e, ku digot “Ez ji vî nexweşiyê xilas bim, ezê werim Tetwanê...”

Mamoste Uzun, dibêje ku di destpêka nivîskariya xwe de li Enqere ji Feqe Huseyîn Sagniç dersên ziman û rêzimanê girtiye, nêzî şeş mehan li gel çend kesên din...

Û ev kesên navdar ên li jor, hemû jî kesên jixwebawer in û digel zext û zoriyên pir mezin û astengên dijwar xwe gihandine mebestên xwe yên pîroz.

Û eva dewlemendiya me yê ku wekî tîrêjên rojê pêşî nayê girtin.

 

 

azadronakbar@hotmail.com

 

* Ji axaftina panela bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatî lidarxistin. (19 gulan 2009)

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ev meh meha albuman e

ad

Ev serdegirtina şaredariyê ji ku derket?

ad

Kayûmê Amedê bilêtên otobus, mînîbus û teqsiyan buha kirin

ad

Bi wêneyan Kongreya BDP'a Stenbolê

ad

Fenerbahçe û Shakhtar Donetsk ji bo aştiyê dilîzin

ad

Navdarên dinyayê ji bo Efrînê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname