Amed
Vê sibê li Amedê polîsan avêt ser mala DTP'yiyan û 11 rêveberên DTP'ê girtin bin çavan.
Vê sibê saet 05.40'an de polîsan avêt ser mala Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê İhsan Ugur, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Sabahattin Dinç, Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr a DTPê Şehmus Bayhan, Cîgirê Şaredariya Baxlarê Haci Erdemir, Şaredara Berê ya Bismilê Şukran Aydin, Şaredara Berê ya Baxlarê Yurdusev Ozsokmenler û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Huseyin Bayrak jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin
Hate gotin ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ev kes hatin binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyeta Bajêr.
Îsal di meha avrêlê de jî polîsan gelek rêveberên DTP'ê hatibûn binçavkirin.
Li ser binçavkirinan Hevseroka DTP'ê Emine Ayna îro dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.


