logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ev çîrok dor 90 sal berê hatine nivîsîn

Niha bi kurmancî pirtûkek li ber destan e û çîrokên dor 90 sal berê pêşkêş dike. Em qala pirtûka “Guldesteyek ji Baxê Re

  • Dîrok: 13/06/2022
  • Beş: Berhem

Diyarname

Niha bi kurmancî pirtûkek li ber destan e û çîrokên dor 90 sal berê pêşkêş dike. Em qala pirtûka “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” dikin.

Pirtûk ji aliyê rojnameger Ferîd Demîrel ve hatiye amadekirin û Weşanxaneya Sor ew çap kiriye.

MÎRATEYA JI 1936’AN MAYE

Çîroka pirtûkê diçe salên 1930yan. Di van salan de li Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst ji bo kurdî jî xebat hatine kirin û dibistan hatine vekirin. Ji bo li dibistanan zarok bixwînin û hîn bibin hin pirtûk jî hatine amadekirin. Li ser vê di pirtûka hatiye çapkirin de Demîrel wisa nivîsiye, “Pirtûk bi navê ‘Kitêba Zimanê Kurmancî’ û wekî 6 cîldan, di sala 1936’an de çap bûne. Ev pirtûkên Hikumeta Şêwra Ermenistanê li Rewanê ew çap kirine, bi serpereştiya Heciyê Cindî, E. Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco û hin navên din amade bûne. Di van pirtûkan de çîrok û helbest hene. Hin ji wan ên nivîskarên kurd in, hin jî ji zimanên din ji bo kurdiyê hatine wergerandin.”

Çîrokên ku niha ji bo pirtûka nû *Guldesteyek ji Baxê Rewanê” hatine neqandin ji ev pirtûkên ku di sala 1936’an de hatine çapkirin hatine girtin. Bi taybetî ji cilda 4 û cilda 6’an hatine girtin.

‘Kulfeta Me, Zarotiya Min’, ‘Guhdarîke! Kalê Dibêje’, ‘Heso û Binefş’, “Nêçîra Hirçê’, ‘Gundê Teze’, ‘Narê’, ‘Xebata Dewrêş’, ‘Razanê Dixaze’, ‘Zavodêda’ hin çîrokên di pirtûkê de hatine weşandin in. 

33 ÇÎROK HENE

Rojnameger Ferid Demirelî ji wan pirtûka 33 çîrok neqandine û di vê pirtûkê de pêşkêşî xwendevanên niha kirine. Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadîr hin nivîskarên kurd in ku çîrokên wan di pirtûkê de cih girtine. Her wiha çend çîrokên nivîskarên ermen ên mîna Vahan Totovents, Derenîk Demirçiyan, S. Zoryan, Hovhannes Tûmanyan, Arazî jî di nav vê guldesteyê de cih girtine. Ligel van çîrokan, çîrokên nivîskarên rus ên mîna Gorkî, Tûrgenyev, Çexov û Tolstoyî, dîsa çîrokeke nivîskarê îrlandî George Bernard Shawî jî bi wergera Heciyê Cindî di pirtûkê de heye. Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û Heciyê Cindiyî, Casimê Celîlî çîrokên ermenkî û rusî ji bo kurmancî wergerandine.

Kurtedemek berê bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” pirtûkek ji çîrokên nivîskarên ermen ji bo kurmancî amade kiribû û pirtûk ji Weşanxaneya Cervantesê derketibû.

FERÎD DEMÎREL KÎ YE?

Rojnameger û werger Ferîd Demîrel piştî xwendinên xwe yên seretayî li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê Beşa Rojnamegerî xwendiye. Di dema zanîngehê de hatiye girtin û 16 mehan girtî maye. Piştî berdanê dîsa li heman zanîngehê master kiriye. Ew heta niha di saziyên wekî Birgün, Dîcle Haber Ajansi (DÎHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wekî nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. 

Dema li ew Dem TV’yê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye. 

Demîrelî heta niha ji bo gelek pirtûkan edîtorî û redaktorî kiriye. Yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Turkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. 

Heta niha di gelek kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Ferîd Demîrel karê xwe yê rojnamegeriyê niha di Bianet Kurdî de didomîne.

Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” (Online çap bûye)

- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” (Online çap bûye)

- “Çîrokên Şêwra Ermenan / Weşanxaneya Cervantesê

- “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” / Weşanxaneya Sor


 - Guldesteyek ji Baxê Rewanê /Amadekar Ferîd Demîrel / Weşanxaneya Sor / 192 rûpel / 2022

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Duhokspor di Kûpaya Iraqê de bi ser ket

ad

Wezaretê piştî 23 salan hebûna wê qebûl kir

ad

Goştê masiyan çêkirin!

ad

Documentaristê Documentaristê "Mîmaroglu" xelat kir

ad

Bi daxwaznameyê xwest tûgay bê rakirin

ad

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname