Diyarname
Niha girestêrkek nû hat dîtin ku ev girestêrk wekî girestêrkê herî germ ku heta niha hatiye dîtin tê hesibandin.
Ev girestêrk bi sala ronahiyê 620 sal ji dinyayê dûr e û li ser erdê wir dereceya germê 4 hezar û 300 derece ye.
Li gor kovara "Nature" ev girestêrka ku dişibe Jupîterê navê "KELT-9b" lê kirine. Ev dereceya germa wir ji germa gelek stêrkên li Rêya Kakêşan germtir e. Germa li KELT-9b'yê heta 5 hezar û 500 dereceyê jî diçe lê hezar û 200 derece kêmî Rojê ye.
Ji ber germê li atmosfera wê molekulên wekî av û karbondîoksît nîn in.
Kifşa KELT-9b di 230'yemîn Civîna Civat Astronomî ya Amerîkayê ku li bajarê Austîn a Teksasê li dar bikeve de wekî rapor bê pêşkêşkirin.


