Mahmut Ozçelîk
Carinan hin rasthatinî, mirovan ber bi rabirdûyê ve tehn dide û bîranînên bi dehan salan berê hatiye jiyîn wekî şerîda filmekê tîne ber çavê mirovan. Ev dîmenên ji demên berê de mayî dibe sebeb ku di derûnî û kesayetiya mirovan de hin guherîn pêk were.
Romana Lokman Polat ya bi navê “Sylvîa Koleya Bazirganê Jinfiroş” jî bi tesadûfiyekê dest pê dike. Dema Dilperîn roja şemiyê li kitêbxaneyeke Swêdê/ Stockholmê rojnameyê dixwîne pê wardiqile ku keçikek narîn û bedew li nêzîkî wî rûniştiye û wî temaşe dike. Di dawiyê de tên cem hev, li hev eşkere dibin, bîranîn dikevin dewrê û bi hev dihesin ku bi qasî deh sal berê li Polonyayê -Varşovayê- hev nasîne û bi hev re demên xweş borandine…
Dilperîn xortekî ji Amedê ye. Zewicî ye û zarokên wî hene. Mirovekî pêşverû û sosyalîst e. Lê ji hêla zayendîtiyê ve pir birçî dixuye, dema bi Sylvîayê re diçe mala wê jî fikr û ramanên wî her li ser pevşabûn û seksê ye. Ev jî belkî hêla wî ya herî zeîf e. Çimkî ji hêlek ve xwe wekî mirovekî sosyalîst û siyasî dide nasîn -ku em di vê hêle de tu xebateke wî nabînin- ji hêlek ve jî hema dixwaze di her derfetê de bi Sylvîayê re razê û pevşabûnê pêk bîne.
Sylvîa jî keçikek ji malbata dewlemend û burokrat ya Polonî ye, hetanî dibistana bilind xwendiye, çend zimanan dizane, tekane zaroka dê û bavê xwe ye û bavê wê li Polonyayê rêveberê partiya komunîst e; dayika wê jî hunermend e, wêneyên xweşik çêdike. Piştî deh salan li Swêdê pêrgîhevhatina wê ya bi Dilperîn re bi tesadûfî çêdibe û her du jî di nava bîranînên demekê de xerq dibin…
Bi geşbûna sohbetê re Dilperîn têdigihîje ku Sylvîa bi agirê evîna wî dişewite, ev deh sal e li pey şopa wî ye û ji bo wî bibîne, li gelek cihan geriyaye û di dawiyê de rê kudandiye hatiye Swêdê… Li Swêdê tena serê xwe di xaniyeke de dimîne.
Roman bi vebêjiya Dilperîn dest pê dike û dû re nivîskar/vebêj/Dilperîn biryara xwe dide ku serpêhatiya ji Sylvîayê bihîstiye ji devê wê wekî romanekê neqil bike. Û jê pê ve êdî em bi vebêjiya Sylvîayê serboriya wê, êş û janên wê dibîhîzin:
Dilperîn bi qasî hefteyekê ji Swêdê diçe Polonyayê, di nava wê hefteyê de Sylvîayê dinase, bi hev re demên xweş derbas dikin lê em pêrgî tu sedema çûna wî ya wir nayên. Piştî ji Polonyayê vedigere Swêdê, ji bo Sylvîayê jî rojên reş dest pê dikin. Ew êdî bi agirê evînê disoje, bêyî dildarê xwe nikare debar bike. Bi demê re ji taqetê dikeve, bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû dimîne. Ji bo ji nû ve bigihîje evîndarê xwe ji dê û bavê xwe alîkariyê dixwaze, bi pey şopa Dilperîn dikeve, hetanî ku piştî deh salan wî li Swêdê dibîne… Lê berî Dilperîn li Swêdê bibîne, şopa wî ewil li ser xeta Stenbol û Îzmîrê rast dike. Ya balkêş ew e ku ji bo Sylvîa bigihîje dildarê xwe, bavê wê derfetên îstixbarî ya dewleta Polonyayê jî dike dewreyê. Sixûrên dewletê -ji ber ku bavê Sylvîayê bûrokratekî mezin e- alîkariya wê dike, lê li Stenbol û Îzmîrê ji bilî dîtina çend nasên wî tiştek bi dest naxe, vedigere welatê xwe, dû re şopa Dilperînî ji nû ve li Swêdê rast dikin û vêca Sylvîa berê xwe dide Swêdê.
Lê berî rêwîtiya Swêdê dest pê bike, di malbatê de trajediyek diqewime, bavê ku ji Sylvîayê hez dikir, ji bo Sylvîa û hezkirê wê bigihîjin hev her cure alîkarî dida keça xwe mixabin dimire. Bi mirina bavî re diya Sylvîayê jî ji xwe re dostekî dibîne, berê xwe dide Almanyayê û Sylvîa êdî bi tevî êşa xwe ya evînê, bi tena serê xwe dimîne.
Di pêşveçûna romanê de em pê dihesin ku di heyama Sylvîa bavê xwe winda dike de, pergala dewleta Polonyayê jî hêdî hêdî diguhere. Tevliheviya civakî û siyasî rû dide, sazûmana sosyalîst ya heyî hildiweşe, kapîtalîzm her derê dorpêç dike û çandek nû ya mirovan wekî aş dihêre pêş dikeve. Em bi vê qalkirina derheqê guherîna pergala Polonyayê de fêm dikin ku çîrokên di romanê de tên vegotin derdora salên 1990’î de derbas dibin. Çimkî di van salan de Polonya dev ji sosyalîzmê ber dide û pergala kapîtalîzmê dipejirîne. Ev guherîna pergalê bandora neyînî li Sylvîayê jî dike. Lewra ne aboriya wê baş e, ne jî mal û xaniyê wê heye, xaniyek yek odeyî ku lê dima jî ji hêla dewletê ve jê tê girtin û bi tena serê xwe li kuçe û kolanan tî û birçî dimîne, di xirbeyan de bi tînerkêşan re rojên xwe derbas dike, carinan Jîkovê ku evîndarê wê ye lê xwedîtiyê dike, lê di dawiyê de dikeve dehfika mirovên jinfiroş. Mirovê mafyayê Vîktor, bi bahaneya alîkariyê wê dixapîne, ji bo wê bişîne Swêdê jê re pasaport û vîzeyê derdixe lê li hemberî vê xizmetê jî dixwaze bi Sylvîayê re razê, Sylvîa ji bêgaviyê vê daxwaza kirêt qebûl dike û garantiya çûna Swêdê bi dest dixe. Mixabin li Swêdê jî dikeve tora bazirganên jinfiroşan. Bi darê zorê bi mêran re radizê… Hetanî rojekê derfeta revê dibîne û xwe ji wê dehfika xedar ya dijmirovî xelas dike…
Dû re pêrgî hevaleke xwe ya heman qedera reş jiyaye - navê wê Malîn e- tê û bi alîkariya wê û bavê wê, li ser piyan dimîne, bûyerên ji vir û pê ve jî li hêviya xwendina we ye…
Gelo Sylvîa di dawiyê de digihîje miradê xwe an na? Gelo ew û Dilperîn dê bextewariya dilî bijîn an diljanên nû derkeve pêşberî wê? Serboriya Sylvîayê ber bi dawiya romanê ve çawa bi dawî dibe? Bila bersivên van hemû pirs û bûyeran ji bo xwîneran bimîne…
Belkî serkeftina romana Sylvîa Koleya Bazirganê Jinfiroş ji vegotina evîna Sylvîayê ya yek alî zêdetir xwe di vegotina hezkirina bav û keçikê de dide der… Çimkî bi hev ve girêdayîbûna wan ya hestî gelek bi hêz e. Bav ji bo keçika wê bigihîje armanca xwe, her derfetê bi kar tîne. Dema Sylvîa di nava derûniya evîna têkçûyî de ye, ji bo hêz û şiyana xwe winda neke hin pirtûkên li ser eşq û evînê jî dixwîne. Çîrokên evînê yên yek alî ji bavê xwe jî dibihîze. Pê dihese bavê wê jî bi heman şêweyî ji yekê hez kiriye lê wê jinê li alî bav nenihêriye û rû nedayê. Di diyaloga keç û bavî de em sedema alîkariya bav bi zelalî di vegotina Sylvîayê de dibînin: “Min fêm kir ku derd û kul û êşa evînê, ku ez niha dikşînim, bavê min berê vê êşê kişandiye. Loma jî ew bi êşa min zane û ji bo vî tiştî ew qas bi hesasiyet e.” (r. 51). Ev yek jî ji taybetiya romanê ye. Ji xwe peywira romannivîs belkî serobinkirina nirxên civakî ye. Çimkî roman ne tenê parçeyek ji vegotina rastiyan e, belkî ji wê zêdetir derbirîna xeyalan e. Û nivîskar ev yek bi serkeftinî pêk aniye.
Sylvîa piştî ji bavê xwe hin çîrokên hezkirinê guhdarî dike, dibîne ku di hêla dildariyê de, di hêla hezkirinê de êşên gelek mirovan hevpar e, dişibin hev… Ev rewşa mirovane ya yek bi hemû hêza xwe ve ji yê din hez dike lê yê din jî qet bala wî ne li ser vê rewşê ye, dike ku mirovê evîndar di nava êşa dilê xwe de qedera xwe ya bi keder bipejirîne û li gorî vê rewşê jiyana xwe bidomîne…
Piştî mirinê jî mêvandariya bavî ya di xewnan de, Sylvîayê bi jiyanê ve girê dide û rê ravî wê dike. Di her tengasiyê de bav bi per û baskên xwe ve tê û keçika xwe digire bin baskên xwe, wê diparêze û bi tenê nahêle.
Romana Lokman Polat, “Sylvîa Koleya Bazirganê Jinfiroş” mirov dikare wekî tora mafyaya jinfiroşiyê ya di navbera Polonya, Qibris û Swêdê de diçerixe jî bibîne, laşfiroşiya li welatên pêşketî…
Di romanê de çend hêlên lewaz: Dema Dilperîn di pirtûkxaneyê de rastî Sylvîayê tê; ew/Sylvîa bi hêsir û girî xwe davêje hembêza wî/Dilperîn, lê dema qala bîranînên deh sal berî li Varşovayê hatiye jiyîn dikin tenê qala seks û hevşabûnên bi hev re jiyanê dikin. Yanê ji wan bîranînan tenê ev ajoyên zayêndî di bîra wan de maye… Û jina çav bi hêsir di nava derûniyek çawa de dijî ku ev fikrên wiha tên û xwe didin der. Sylvîa wiha dibêje: “Polonyayê bi bîr bîne. Paytexta Polonyayê, Varşovayê. Me hev li wir nas kir. Em bi hev re man, şadûman bûn. Xuya ye te pevşabûnên me ji bîr kiriye. Lê min ji bîr nekiriye.” (r. 10). Ev vegotin dike ku roman ji eşqek rastîn, cidî û dilsoz dûr bikeve, xwîner ji ber van vegotin û hevokên tenê li ser hevşabûnê dike ku bi guman li evîna Sylvîayê binêre. Bi rastî jî di vegotina evîna Sylvîayê de gelek zor û zehmetî hatiye jiyîn lê xwîner heyecanek, coşek û germahiyek ji dil zêde nabîne, belkî vegotina derheqê bav û keçikê de çend pêpelik li pêşiya vê rewşê dixuye. Mirov dikare bibêje ku nivîskar di vegotina mirina bav de, mêvandariya wî ya di xewnên Sylvîayê de germahiyek, hestyariyek di dilê xwîner de pêk tîne û hezkirina bavî bi mirov dide jiyandin, lê heman tişt ji bo hewldana Sylvîayê ya ji bo dîtina dildarê xwe ne derbasdar e. Di vê hêlê de vegotinek sar, vegotinek dişibe neqilkirina bûyeran dixuye; bi gotinek din vegotinek ku hestên evînî, dilzîzî û mirovî ku xwîner bikişîne ber bi kûrahiya metnê ve mixabin kêm e.
Roman bi hevokên kin, sade û zelal hatiye vegotin, zimanê gel yê rojane di romanê de serdest e, lê di gelek cihan de “cînavkên kesane” sankî tevlihev bûne, cih guherandine. Ji bo dirêj nebe tenê çend nimûne:
-“Di nav baxçe de, te min tazî kir û tu bi min re leyîstî.”(r.12)
-Ez nizanibûm ku ez ê di kîjan stasyonê bêm xwarê.(r.116).
-Doktor hat, min kontrol kir.(r. 119). Kî kê kontrol dike?
-(…) Lenayê derî vekir. Pêşî min nas nekir. Min xwe pê da nasîn (…) (r.82) Kî kê nas nake?
-Çima we min girt binçav?
-“Ew zanîbû, ez ew der nizanim, dibe ku min bibe li cihekî din dayne.(r.73)
-Tu hetanî niha wî wenda kiribû, lê ez li cem te bûm.”(r. 62)
Pisporên rastnivîsînê dikarin derheqê van angaştên min de bi kûrahî li ser vê pirtûkê bixebitin û bi ravîkirna çewtî û rastiyan ve rê nîşanî me bidin…
Di hin cihan de peyv û hevok xelet hatine nivîsîn:
“Ê hûn herdu jî mêr, çi karê vê pênûsa çêkirî heye.”( r.111) Di şûna ku bibêje penîsê çêkirî dibêje pênûsa çêkirî…
Vîktor mirovekî sekstekar e. (r.99). Dixwaze bibêje sextekar…
“Ez mizanim”.(r. 87). Ez nizanim…
Di gelek hevokan de peyva “şofêr” wekî “şofer” hatiye bikaranîn. Mînak: (…) şofer pê re bi swêdî axifî.(r. 39).
Di rûpela 151’ê de jî di “navê karakteran” de tevliheviyek heye. “Wê soz û peyman da min ku ew ê bi Vîktor re bizewice.” (r. 151). Di herka vegotinê de -ger Slyvîa negihêje Dilperîn- yê ku Sylvîa dixwaze di rojên pêş de pê re bizewice ne Vîktorê ku ew kiribû dehfika jinfiroşan e. Ew Jîkov e ku ji wê hez dikir. Dibe ku ev tevliheviyên li jor bi ber çavê nivîskarî neketibe lê divê edîtor û redaktorê pirtûkê ev xeletiyên ber bi çav rast bikirana…
Min berê jî romanek Lokman Polat (Trajediya Evîndaran) bi kêfxweşî xwendibû û nirxandibû. Ev nivîskarê hetanî niha ji çîrokan hetanî romanan bi dehan pirtûk nivîsandiye belkî herî zêde bi nivîsên xwe yên nirxandin û analîzkirina li ser romanên kurdî derketiye pêş. Wî di vê biwarê de karekî gelek zehmet û kedê dixwaze, bi serkeftî pêk aniye û ev xebata xwe wekî “Pêncî Romanên Kurdî” jî diyarî ferhenga kurdî kiriye. Ji ber vê çendê ez naxwazim Lokman Polat bi çend hevokên li jor min xeletiyên wan ravî kiriye were nasîn lê berovajî vê yekê divê ew bi van xebatên xwe yên hêja were nasîn…
- Sylvîa Koleya Bazirganê Jinfiroş / Lokman Polat / Weşanên Ar / Çapa Yekem 2017


