logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Gava 13 hezar nake 12

Hûn 13 hezar bin lê 12 nekin, hingê divê hûn kumê xwe deynin ber xwe û li xwe li halê xwe û li xwebûna xwe bifikirin. Hû

  • Dîrok: 03/08/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Hûn 13 hezar bin lê 12 nekin, hingê divê hûn kumê xwe deynin ber xwe û li xwe li halê xwe û li xwebûna xwe bifikirin. Hûn xwe li dewletbûnê rakişin û nikaribin, guleyekê biteqînin ji bo parastina welatiyên hûn dewletê ji wan re divên, hingê divê mitaleyên we ji we û wê de biçin, û peyva anor û rûmetê li ber xwe deynin. Bi ser halan de, heger hûn gunehkar bin û gunehbar dikin, divê hûn li sûcê li destpêka xwe vegerin, yan na hûnê her di vê avzêma qirkirinê de bi gevizin û bêhtir gemarî bibin. Ne tenê gemarî, hûnê kirêt jî bibin, dilê we dê ji we bixele, tu rêyek din nîn e li ber we, erê dilê we dê ji we bixele. Her cara ku we navê xwe bihîst, wêneyek wê bê ber çavên we û hûnê verişîn ji ber ku hûn bi rastiya xwe re rûbirû nebûne.
Gava hûn 13 hezar bin û tifingeke xwe jî hûn nedin wan kesên qaşo we bi xapan got, em ê we biparêzin, hingê rêyek dimîne li ber we, wekî çîroka di Kelîle û Dîmne de, divê hûn bedena xwe û hinavên xwe ji wî postê qirêj û kirêt xilas bikin. Bi destê xwe xwe bigurînin û kirasekî, postekî nû bi êş û azareke mezin a rûbirûbûnê li xwe bikin.

Hûn 13 hezar bin din bin barê şermekê de û hûn bi ser qurbaniyên şerma xwe de hil bibin, bi tenê ev li eyba we yeke din zêde dike, bi tenê postê we qirêjtir dike, we kirêttir dike. Hûn bi ser halan de ji xwe şerm nekin û topiziyê bikin, hûn hem diz in û hem topiz in. Rûbirûbûn, li xwe mikurhatin e, dîtina şaşiya xwe û soza ducarî nekirinê dana şexsê xwe bi xwe ye. Ev jî karê wan kesan e ku hêna şerm û rûmet ji bo wan tiştekî îfade dikin.

Ez ê ji vir berê xwe bidim rûbirûbûneke civakî. Miletê kurd divê pê re rûbirû bibe ku di dîroka xwe de yekgirtî tevnegeriyaye, di gelek komkujî û qirkirinên li dijî komên dînî yên piçûk di nava xwe de dewra wî heye. Lê miletek vê çawa dike? Helbet beriya her tiştî bi avakirina bîra xwe, bîreke heq, ne yeke çêkirî û neheq. Xebata hunerî jî yek ji bingehên sereke yên afirandina bîra civakî ye. Ew bîreke bedewiyê, bîreke îfadeya helebestî, bîreke kêliyên hunandî diafirîne. Ew dikare bi helbestê behsa gunehên xwe bike, dikare bi filmçêkirinê, ji 13 hezaran behsa yekî bike, yan jî ji 12'yan behsa yekî bike, heta dikare behsa hevdîtina yekî ji 13 hezaran û yekî ji 12'yan bike. Dikare bi pexşanî behsa zarokekê bike ku ji tîhna wiya bû, hişk bû li çiyayê Şengalê, dikare behsa Berxwedan bike ku ji bo Şengalê bi qehremanî canê xwe feda kir. Huner dikare pêşengiyê ji rûbirûbûnê re bike. Ew dikare alîkar be da ku ew postê qirêj ji ser me bê kirin, kirêtiya me veguhere bedewiyeke mutewazî. Em heta gunehên xwe bi guhên xwe ve nekin guhar, em nikarin pesnê xwe bidin bi mêranî/jinaniya xwe.

Heta em nikaribin bibêjin em 13 hezar reviyan, me 400 hezar mirov kirin qurbanî, ji wan bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran hatin revandin, bi qasî DAIŞ'ê em in jî sersebêbê wan, em ê nikaribin behsa wan rojan bikin ku bi çendsedekî me li ber artêşa Sedam li ber xwe da. Qehremaniya me bi postekî qirêj û bi kirêtiyeke xerîb hatiye veşartin, ji bo vejandina wê siyasî, çandî û hunerî divê em li xwe mikur bên, li gunehên xwe mikur bên, yan na paqijî û bedewî wê dûrî me û hunerê me bin; postê me wê bibe rastiya me. Dema mirov 13 hezar be lê neke 12 postê mirov tenê stûr e, tiştekî din ne stûr e. Di vê roja salvegera Fermana Şengalê de bi wê hêviyê ku kurd, êzîdî û şengalî karibin bi rûbirûbûnê li hev vegerin, jixwe Şengal êdî birîneke debar nabe ya dîroka me ye, lê em dikarin 12'yan bi bîr bînin ku îro pirraniya wan di hembêza vê xakê de ne. Ehlê nivîsê, helbestê, hunerê, hûn aşiqno de ka ji xwe dest pê bikin.    
guldive@yahoo.fr
03.08.2017,Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wêneyê jineke kurd derket fînala Pêşbaziya LensCulture ya 2026’an

ad

120 deqe, 7 gol û tenê serketiyek: Inter

ad

Konsera 'Em Wanê Terknakin!' li dar dikeve

ad

Heyeta ewropî jî rastî astengiyên OHAL'ê hat!

ad

Tîmên rus yek bi yek hatina xwe ya Tirkiyeyê betal dikir

ad

Amedê dengê Qamişloyê bihîst

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname