Diyarname
Bi beşdariya Kardeş Turkuler, Grup Yorum û Gevendeyê li Bostanci Gosteri Merkezi konsereke li dar dikeve.
Konsera ku bi sernavê "Em Wanê Terknakin" roja 25'ê vê mehê, saet 18.00'an de li Bostanci Gosteri Merkezî ya li Stenbolê li dar dikeve.
Bilêtên konserê bi 25 TL'yî têne firotin û ji konserê çi pere bêne bi destxistin dê ji bo alîkariya Wanê bê şandin.
Kesên bixwazin dikarin ji Biletîks, Bostanci Gosteri Merkezi û ji BGST'ê (0212-251 19 21 û 251 19 43) bilêtan bi dest bixin.
Ji bo agahiyên berfirehtir:
www.vaniterketmiyoruz.org
Li Cizîrê jî konserek li dar dikeve
Her wiha li Cizîrê jî roja 24'ê mehê di navbera saetên 11.00-16.00'an de konsereke li dar dikeve. Konsera ku dê li Stada Bajêr a Cizîra Şirnexê li dar bikeve, dê hunermend Aynur Dogan, Eylem Aktaş, Rojbîn, Koma Azad û çar komên muzîkê yên NÇM'ê beşdar bibin. Şaredariya Cizîrê ji bo konserê hemû amadehî girtine ser milên xwe.


