Diyarname
Çapa Pirtûka Rekoran a Dinyayê Guinness a 2018'an hat weşandin ku têde gelek rekorên ecêb jî hene. Vane ji pirtûkên hin rekorên balkêş:
Çîpên herî dirêj
Çîpên (Paq) herî dirêj aîdê jinek rus bi navê Ekaterina Lisina ne. Çîpa wê ya çepê bi 132.8 santîm, ya rastê 132.2 santîm e ku ew 47 nimre pêlavan dike lingên xwe.
Zarokê herî zêde li vîdyoya wê hatiye temaşekirin
Zarokê piştî mîlanyûmê hatiye dinê û vîdyoya wî herî zêde di youtube de hatiye tikandin zarokak bi navê Ryan e. Zarokê 6 salî di 16'ê gulana 2015'an de vîdyo lê bar kir, kanala wî di youtube de bi navê Ryan Toys Review heye ku ji 12 mîlyon carî zêdetir hatiye tikandin.
Kuçikê zimandirêj
Li Eyaleta Dakotaya Başûr a DYA'yê kûçikek bi navê Mochi heye. Zimanê kûçik tam 18.58 santîm e.
Anten daye ser xwe!
Li dinyayê yekem mirovê anten-protejê li serê xwe daye kesek bi navê îngilîz Nail Harbisson e.
Bijangdirêj
Li dinyayê kesa bijang herî dirêj a dinyayê: Xanimek çînî You Jianxia. Bijangên wê 12.40 santîm e.
Ji etîketan goga mezin
Li dinyayê goga herî mezin a bi etîketan hatiye çêkirin: 105.52 kîlo ku aîdê John Fischer ê amerîkayî.
Pisîka dûvdirêj
Pisîka herî zêde dûvê wê dirêj: Cygnus.
Kûçikê ji xelekan diavêje
Kûçikek bi navê Neo ku ji 10 xelekan herî bi lez xwe diavêje...


