Diyarname
Avakar û CEO'yê Microsoftê Bill Gates got ku bi nûbûnên teknolojiyê re baweriya wî ew e dermankirina nexweşiya Alzheimerê heye û ji bo vê yekê dê pereyan diyarî vê xebatê bike.
Gates di gotûbêja CNN Internationalê de qala piştgiriya ji bo alzheimerê kiriye û diyar kiriye ku wî 50 mîlyon dolar pere diyarî ji bo vê xebatê kiriye. Gates wisa gotiye: "Baweriya min ew e ku çareyeke vê nexweşiyê heye. Her pêşketinek ji kêliya niha em têde ne dê baştir be. Bi zanistê û bi pêşketinan hemû zehmetiyên li dinyayê emê li dû xwe bihêlin."
Alzheimer li dinyayê yek ji nexweşiyên ku herî zêde tê dîtin û li DYA'yê di warê nexweşiyên dibin sedema mirinan de ev di rêza 6'an de ye. Niha li DYA'yê 5 mîlyon nexweşiyên alzheimerê hene, her sal DYA ji bo vê nêzî sê sed mîlyonan dolarî pere xerc dike.
**
Nûçeya Eleqedar:


