logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Serkeftina xeta sêyemîn

Îro di dîroka gelê Kurdistanê de rojeke dîrokî ye, Rojava hilkişîna roja gelê Kurdistanê ye.

  • Dîrok: 26/01/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Necîbe Qeredaxî

Îro di dîroka gelê Kurdistanê de rojeke dîrokî ye, Rojava hilkişîna roja gelê Kurdistanê ye. Rojava ku êdî gelê Kurd û hemû reng û bawerîyên ku bûbûn qûrban ji destê wehşeta DAIŞ'ê rizgar kir û di şexsê Kobanî de her kes nefesa azadîyê girtin. 

Îro salvegera yekemîn ya azadkirina Kobanî ye. Azadkirin ne tenê ji çeteyên hov ya DAIŞê' bû lê bersiveke dîrokî bû li hemberê peyva ”Kobanî ketîye û dikeve” ya Erdogan e. 

Serkeftine Kobanî û têkçûna DAIŞ'ê rê li ser bûyerên dîrokî û mayînde vekirin, têkoşîna li hemberî vê koma hov û tarî tenê bi Rojava bi sinor nema, di nava salêkî de pêşketinên girîng qewimîn, avakirina Hêzên Sûriye Demokratîk û Mecilsa Sûrîye Demokratîk bi komên din yên Sûrîye re yek ji van pêngavên girîng e. Kurdan pêşengên vê pêngavê ne ji ber ku di zanabûnê wî de ne ku bi Sûriyeke demokratîk re dikarê pêngava azadîya Rojava misoger bibe, ne xwe wê potansiyela hundûrîn timî rê li ser siyaseta” kivroşk bazde û tajî pey keve” bi rêve biçe û timî ji bo hêzên navnetewî jî potansiyela destwerdanan be. Wê ne mîna kû nêzî 80 salin li Başurê Kurdistanê di navberê Kurdan û navenda Îraqê re ye, timî hêzên navnetewî hem Kurdan dixwazin weke faktorêke di destê xwe de bikarbînin û dema dîtin navend bi hêz dibe wan tev diden û dema dîtin Kurdan bi hêz dibin vê carê alîgirîya Hûkûmeta Îraqê dikin. 

Ji Kobanî rihê berxwedan û hevgirtina netewîya Kurd, gelê Kurdistanê, çep û demokratîxwazên navnetewî bilind bû niha yek ji faktorên bi hêz weke xeta sêyemîn di asta herêmê de xwe nîşan dide. Ji Kobanî pêşengî ji bo berxwedan û avakirina jiyaneke nû û bi nirx û têkoşîn û berdêlên dehan sal pêk hatin, niha jî ber bi cihên din jî belav bûye. Ji malzaroka destpêkê vê berxwedanê berhemên dîrokî hêja ya mirovahî pêşkeş kir, li Rojava bingeha xwe avêt û niha li Bakurê Kûrdistanê her roj bi ber bi bilndbûnê diçe. Îro rihê Berxwedana Kobanî li Cizre, Sûrê , Silopîya, Hezexê, Geverê û pir cihên din diherikin. 

Tevî van serkeftinan jî pêvajo tije ne, bi xeterîyan. Serî van komplo û xeterîyan jî bêguman Tirkiye û ekîba Erdogan û Dawudoglû dikşîne. Dewleta Trik hemû hêzî xwe ya serbazî û hem jî diplomasî xistîye asta herî jor û hewildana têkbirinê didomîne. Ev siyaset bêguman bi desteka Emerîka û Ewrûpîyan tên kirin. Dema Erdogan û Dawudoglû bi rayedarên Ewrûpîyan re hevdîtin kirin gotin: " Di welatê me de 2 milyon û nîv penaber di bin çadiran de ne” . Ev tê wateya ku divê hûn li hember tiştên ez dikim li hemberê Kurdan hûn ê bêdeng bin, ne xwe mîna havîna îsal wê penaberan bi gemîyên taybet ya Tirkan wê ber bi peravên Ewrupayê bên guhastin. 

Li hemberê siyaseta dijminane ya Erdogan û siyaseta hêzên navnetewî li hember Kurdan xeta sêyemîn, Xweserî û avakirina jiyana nû êdî li Bakurê Kurdistanê jî ne utopîya ye, rastîyek e, ne weke dihat gotin projeyeke demdirêjî ye, îro ye. 

Perlemanterê HDP'ê Feysel Sarîyildiz zêdetirî 45 rojin ku di nava gel de ye li Cizîrê ye bangewazîyeke bi heman naverok kir ” Ji destê kî çi tê bila îro bike”. Belê Cizîrê sembola dîrokî ya serhildan û Sûrê sembloeke din ya navend û dilê Bakurê Kurdistanê ye. Dewlet pir bi pilan û zanabûn wehşeteke li van herêman birêve dibe, şeşe ku bi bûyerên salên 90'an werê muqayesekirin. Ev bûyerên diqewimin sûcên mirovahî ne. Eger Enfal û kimîyabarane Helebce di demêkî de qewimî ku pêşketina teknîkê û têkelî ne wekî îro bû. Lê komkujîyên Cizîrê û Sûrê kêlî bi kêlî bi ber çavê hemû cîhanê diqewimin,  komkujî heye ji ber kû dewlet têk çûye, tenê dewlet dema bizane têk diçe, komkujiyan pêk tîne. Cizîr û Sûrê, êdî Kobanî jî derbaz kiriye, li Kobanî DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta Tirk êriş dikir, lê li Cizîr û Sûrê fermandar û sazumankarê DAIŞ'ê şer dikin. Tevî hin koçberiyan lê îsrara berxwedanê di bajarên dorpêçkirî de bi serê xwe şoreş e, şoreşa dayîkan, şoreşa ciwanan û şoreşa gelê li hemberî ne tenê Tirkiye li hemberê tevahî hêzên tarî û di serî de AKP û DAIŞ'ê ye. 

Ev şoreş ne tenê bi mirovên ku di dorpêçê de ne lê mîna Kobanî bi hevgirtina netewî li hundir û derveyê welat bi ser bikeve, divê dengê dayîka ku di meşa ber bi Cizîrê dima digot “ Kûrdino hûn li kû derê ne ? Rabin ser pîya!" divê werê bihîstin.  


necibeqeredaxi@gmail.com 

26.01.2016, Yeni Ozgur Politika
 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navên van dê li ser Peyarêya Navdaran bê danîn

ad

Buldan û Sancar ji bo Bavê Şêx peyam weşand

ad

“Hewarî”ya Heciyê Cindî hat Bakur

ad

BÊDENGIYEKE QELS

ad

Çima kes guh nade nivîskarên kurd - (2)

ad

Palin kirin amûra condoman jî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname