Diyarname
Hunermenda kurd a bi nav û deng Eyşe Şan rojek wekî îro, 18'ê meha berfanbara 1996'an li Îzmîrê xatir xwest. Heta niha hin stran û albumên wê derketine û li piyaseyê hatine belavkirin. Niha li ser youtube kesekî bi navê Suleyman Dag tomarkirinek nû belav kiriye û îdîa dike ku ev album li tu derê nîn e...
Bêyî em nîqaş bikin em vê îdîayê ji bo pisporên vî karî dihêlin; em ji bo kesên ji bo vê tomarê ked dane û ji bo yê ev parvekiriye sipasiya xwe pêşkêş dikin.
Di roja salvegera wefata Eyşe Şan de em wê bi hurmet bibîr tînin û vê tomarkirinê wekî Klîba Hefteyê pêşkêşî we dikin.
Fermo:


