logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de
  2. Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e
  3. Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye
  4. Fûara Pirtûkan dest pê kir
  5. Serokê Juriyê Dervîş Zaîm e
news-details

Çîroka kesek, herkes, filankes û tikesî

Di dibistaneke min de li ser panoya odeya mamosteyan ji bo bibîranîna, da her kes bê ku li benda kesekî be, karê xwe pêk

  • Dîrok: 20/12/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Di dibistaneke min de li ser panoya odeya mamosteyan ji bo bibîranîna, da her kes bê ku li benda kesekî be, karê xwe pêk bînê, wiha dinivîse:
Çîroka Çar Kesan: "Hebû tunebû, pir sal berê, do, îro û sibe çar kes hebûn. Navê wan: Kesekî, filankes, herkes û tikes bû. Karekî gelek girîng ê divîbû pêk bihata hebû. Kesekî, filankesî û herkesî dikanîbû ew kar bikira, lê tikesî ew kar nekir. Herkesî digot: "Çer hebe, wê kesek vî karî bike." Her kes li benda kesekî bû. Hima tikesî jî ew kar nekir.
Kesekî bi awayê teqandinê hêrs ket û got: "Çima ev karê herkesî bû, kesekî dikanîbû bikira, lê tikesî ev kar nekir? Ma ev ne karê herkesî bû?" Herkesî di hinavê xwe de digot: "Mafê filankesî heye, kesekî dikanîbû bikira! Wê çaxê ev serêşa bela serê herkesî çênedibû."
Di dawiyê de herkesî kesekî, filankesî tewanbar kir. Lê tikesî tewana xwe nedît! "Û ew kar bû bela serê her çar kesan!“
Dema mirov vê çîroka bi zimanekî felsefîk hatiye nivisandin, dixwîne, di ronahiya vê çîrokê de li karên komale û saziyên me kurdan dinêre, dibêje; qey ev çîroka xwerû ji bo me kurdan hatiye nivîsandin. Di piraniya komaleyan de karên herkes dikane bike, lê herkes yan wî karî li ser kesên din dihêle, yan jî di hinavê xwe de dibêje; "çima ez, bila kesekî din, yan jî filankes bike." Herkes li ser kesên din dihêle, hetanê ku karên komaleyan ji ber karnekirina tikesan tê ber fetisandinê. Piştre jî, herkes herkesî rexne û tewanbar dike, carinan ev xirecira ku herkes bûye sebebê wê, tikes tewanê hilnagire, herkes hewl dide xwe mafdar derxe û tewanê davêje ser filankesî yan jî bêvankesî. Di dawiyê de dilê pirrkesan diêşin, xeyidandina kesan çêdibe. Heta ji ber vê pejmurdetiya herkesan pirr kes nayên komaleyan. Filan bêvan kes jî bi felsefa qaşo jîriyê van karên herkes û filankes dikane bike, nake, mixabin her kes vî karî li ser bêvankesî dihêlin. Û teqîn!
Ma kesekî, herkes û filankes ne tenê di komeleyan de hene, ev çîroka herkes û filankesî di her warê jiyanê de derdikeve pêş me. Di nava partiyan de, di nava malan de, di nava hevalan de û û. Aliyekî vê herkes, tikes, filankesî herî zêde jî di medya dîjîtal de wekî tikesê xwe kes dibîne, xuya dike. Ji ber ku herkes, kesekî, filankes, bêvankes ti karekî nake, kevirekî jî navêje mirîşka dijmin, filan û bêvan rêxistin qaşo pêncî sal in hene, karekî bi qasê nirxê pêncî qurişî ji bo welat nekirine, nebûne filankes û tikes, lê baqilê dê û bavê xwe; xwe û koma xwe wekî bêvankes difiroşe.
Filankes jî li Zanîngehên Ewropayê li zevenga dil û navrana kesayetiya xwe mêze kiriye, rojê li welatêkî wekî bêvankes digere, mîna ku tişteke pirr baş kiribe, fotoyekî xwe yê di rengê tikesî de diweşîne. Ew nizanim çi kesa di encamê de wekî herkesî li ber komputerê rûdine, dibe fîlosof filankes, politîkzan bêvankes, pisporê bêkesê her derdî. Bi gotinên girekesê ji bejna xwe mezintir, cihanê şîrove dike, êrişê hemû nirxên civata herkesan dike. Ew filankesê bêvanpispor kuçên herî bêfesal li berxwedêr û zehmetkêşan werdike. Egoya xwe ya tikesbûnê mîna kesekî yan jî filankes be, ditêrîne, pişt re jî di dîskoya kesan de bi filan û bêvan, bi herkesî re, zik û serî li ba dike.
Filankesî berê ço li ser serê me li ba dikir, guhên xwe yên bêkes digirt, rexne, filan bêvan, dengê tikesî nedibihîst, bi navên herkesî filankesî diaxivî û filan bêvan biryarên nekesî digirt. Niha reviye! li pişt perdeya filan bêvankesî rûniştiye. Mîna kes be, kesek be, zorkes be, jîrkes be, mîrkes be; xeftanê demokrasiya zanakesî li xwe kiriye, dîsa bi navê herkesî erîşê xeta ku ew bi kesayetiya xwe ya bêkesî berê li wir rê nedida tikesî, dike.
Belê, ez dizanim, gotinên min ên bi navê kesekî, herkes, filankes, bêvankes, tikes serê kesê wekî we xweşkes in, gelek êşandiye. Lê hetanî em filan – bêvankesî, herkesî fêm nekin, herkes karê xwe neke, dest nevêje karekî, ev karwan bêkes dimîne û nameşe, lewma min bi vê peyva kes serê we êşand filankes!...
balani51@gmx.de
20.12.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Trênên bi hîdrojenê dixebitin zêde dibin

ad

Hevşaredarê Culemêrgê hat binçavkirin

ad

Ziman têgihîştin û vejîna mirov e

ad

‘Xwezgînî’ çû Moskowayê

ad

Serokê Amedsporê vekişiya

ad

Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

  • 05 08 2026
news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e

  • 05 08 2026
news

Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

  • 05 08 2026
news

Fûara Pirtûkan dest pê kir

  • 05 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname