Diyarname
Welatê Portekîzê ku par yekemîn car di Eurosizyonê de bi ser ketibûn îsal mazûvanî dikin û niha wan pêşkêşvanên xwe diyar kirin.
Portekîz bi durşam “All Aboard!” li Altice Arena ya li Lîzbonê dê şeva Eurovision 2018'an li dar bixe. Televîzyona dewletê ya Portekîzê RTP'ê diyar kir ku dê çar jin Catarina Furtado (45), Daniela Ruah (34), Filomena Cautela (33) û Sílvia Alberto (36) pêşkêşvaniya şevê bikin. Ji van Daniela Ruah lîstikvana rêzefîlmê "Los Angeles" e.
Par di fînala li Ukrayna de 3 mêran Eurovision pêşkêş kiribûn û di tora civakî de ev yek bûbû sedema henekan. Portekîzê bi awayekî bersiva vê yekê jî da.
Eurovision îsal dê rojên 8, 10 û 12'yê gulanê de li dar bikeve. Pêşkêşkirina 4 jinan a ji bo Eurovisionê wekî gavek pozîtîf a ji bo jinan hat binavkirin.


