AMED
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê dê lîstika Mem û Zînê ji bo piştgiriya Şengal û Rojava bilîze.
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, berhema Ehmedê Xanî "Mem û Zîn" wekî şano derxistibû ser dikê. Di vê serdema nû ya şanoyê ku meha pêşiya me dê dest pê bike de berî wê şanoger vê lîstikê dê ji bo alîkariya Rojava û Şengalê bilîzin. Li gor daxuyaniya ku hatiye eşkerekirin lîstik di navbera roj3en 26-30'ê vê mehê de wê li Qesra Cemîlpaşa ya li Amedê saet 18.30 de bê lîstin û pereyên ji bilêtên lîstikê bêne bi dest xistin dê wekî alîkarî ji bo Şengal û Rojava bişînin.


