Diyarname
Rojnameya Azadiya Welat nûçe û îlanên di hejmara 29'ê mehê ya Azadiya Welat de meheke cezaya girtinê li Azadiya Welat birî. Azadiya Welat ev yek wekî nêzîktêdayîna hikumetê ya li hemberî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand û got: "Nikarin dengê çapemeniya kurd bibirin."
Midûrê Karên Nivîsaran ê Azadiya Welat Ozan Kilinç got ku dewlet bi vê girtinê dibêje ku kurdî jî encax bi qasê ku ez destûrê didim tu dikarî bikar bînî.
14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji ber nûçe û îlanên hejmara 29.10.2009'an a Azadiya Welat de ceza li rojnameyê birî.
Azadiya Welat ku piştî deh salên wekî derketina heftanebûnê di 15'ê gelawêja 2006'an de dest bi weşana xwe ya rojane kir.
Di nav 3 salan de 5 caran cezaya girtinê lê hate birîn. Rojnameyê ji destpêka weşana rojane heta niha 120 rojan rastî cezayê giritnê hat. Rojname bi vê cezayê dê 30 rojên din jî girtî bimîne.


