Diyarname
Rêxistina Welatê Baskê û Azadiyê (ETA) ku bi salan ji bo welatê Baskê têkoşîn da par dest ji çekan berdabû, demek berê jî ragihandibû ku dê serê meha gulanê xwe fesh bike. Berî vê ETA'yê daxuyaniyek weşand û lêborîn xwest.
Wekî daxuyaniyên berê sê endamên rêxistinê bi maske derketin pêşberî çapemeniyê û wisa gotin: "Em hay jê hene ku heta îro di vê serdema pevçûnên çekdar a dirêj de em bûn sedema gelek êşan. Em wekî ETA li hemberî mirin û birîndarbûnên çêbûne em hurmeta xwe nîşan didin û ji kesên eleqeya wan ji pevçûnê nîn bû lê jiyana xwe ji dest dane, ji ber van em lêborînê dixwazin."


