Diyarname
Fîlmê derhêner Sehîm Omer Xelîfe yê bi navê "Zagros" diçe Festîvala Fîlman a Edinburgê.
Li skoçyayê 71'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edinburgê îsal di navbera 20'ê pûşperê û 1'ê tîrmehê de li dar dikeve. Festîvala ku her sal li dor 300 sînemager û lîstikvan ji qadên navneteweyî beşdar dibin îsal fîlmê derhênerê kurd jî beşdar dibe. Fîlmê derhêner Xelîfe yê bi navê "Zagros" di beşa pêşbaziyê de beşdarî festîvalê dibe. Fîlm çîroka şivanekî kurd yê bi navê Zagros pêşkêş dike. Jina wî Havîn bi zînayê tê sûcdarkirin, ji ber vê yekê Havîn ji Kurdistanê direve diçe Brukselê. Zagros bi Havînê bawer e ku ew bêsûc e. Zagros jî dikeve dû û jiyaneke nû li pêş wan e.
Derhêner Sehîm Omer Xelîfe kurdekî Başûr e û di sala 1980'ê de hatiye dinê. Ev fîlmê wî yê metrajdirêj yê yekemîn e ku di sala 2017'an de kişandiye.
Di fîlm de rola Zagros lîstikvanê navdar Feyyaz Duman lîstiye. Her wiha Halime Îlter, Darîa Mohamed Gulli, Brader Musîkî, Suat Usta û Elvan Koçer têne dilîzin.
Heta niha festîvalên Stockholm, Dubaî, Mehr jî têde li gelek festîvalan hatiye nîşandan û xelat girtin. Niha jî dê li Edinburgê bikeve dû xelatê.
Kunye:
ZAGROS
Derhêner: Sehîm Omer Xelîfe
Senaryo: Sehîm Omer Xelîfe, Jean-Claude van Rijckeghem
Muzîk: Rutger Reinders
Lîstikvan: Feyyaz Duman, Halime Îlter, Darîa Mohamed Gulli, Brader Musîkî, Suat Usta, Elvan Koçer
Sala Kişandinê: 2017
Mawe: 95 deqe
Ziman: Flemenî û kurdî


