Diyarname
Gerînendeyê Weşanê yê rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok ku ev bîst sal in vê peywira xwe didomîne îro dest ji kar berda.
Ozkok di civîna îro ya rojnameyê de da zanîn ku wî dest ji kar berdaye lê dê di Hurriyetê de qunciknivîskariya xwe bidomîne.
Nûnerê Enqereyê yê Hurriyetê Enis Berberoglu wekî gerînendeyê nû hat peywirdarkirin.


