Diyarname
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye rapora xwe ya li ser 2009'an weşand: 76 rojnameger hatine kuştin.
RSF'ê Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Sala 2009'an weşand, da zanîn ku par 60 rojnameger hatibûn kuştin îsal ev dane sedî 26 zêde bûye.
Rapor dibêje, "Di serdema şer û hilbijartinan de, di sala 2009'an de rojnameger bi tehdîdên mezin re rû bi rû mane. Li Filipînan erîşeke li hemberî konvoya hilbijartinê de 30 rojnamegerî hatin kuştin. Li Îranê piştî hilbijartinê kirinan li hemberî rojnamegeran jî bûyerên dramatîk bûn ji bo rojnamegeran."
Rapor radigihîe ku 33 rojnameger hatine revandin, 573 rojnameger hatine tewqîfkirin, 1456 rojnameger bi tehdîdê re rû bi rû mane, 157 rojnamegerî jî welatê xwe terk kiriye."
Her wiha rapor dibêje ku li 60 welatan li hemberî înternetê sansur hatiye kirin.
***
Nûçeya eleqedar:
- 2009: Ji bo rojnamegeran 'sala mirinê' bû


