Diyarname
Ji bo Roja Zimanê Zikmakî li Komeleya BAGÇEV-DER’a li Sêrtê bi beşdariya lêkolînvan Evdile Gurgen û nivîskar Evdile Koçer paneleke li dar ket.
Di panela k udi bin moderatoriya rojnameger Îzzettîn Oktay de li dar ket pêşî Gurgen mafê axaftinê girt. Gurgen li ser komên ziman,di nav koman de li ser zimanê kurdî sekinî û di dawiyêde wisa got: “Ger mirov xwedî li zimanên xwe dernekevin ziman di kurtedemê de ji holê radibe û zimanên din dikevin cihê wê.”
Dûre nivîkarê malpera me Evdile Koçer dest bi axaftinê kir. Koçer li ser cihê zimanê zikmakî yê li nav civakê, tesîra wê ya li ser wêjieyê sekinî û wisa berdewam kir: “Tekane delîlê hebûna mirov zimanê mirov e. Ger em karên ku dikin bi zimanê dayika xwe naynin ziman, tu wateya wê zimanî namîne. Helbet ji bo têkiliya bi gelên din re emê hînê zimanên wan jî bibin lê ev nayê wê wateyê ku emê dev ji zimanê xwe berdin û bi temamî bi zimanê wan biaxivin. Ger em naxwazin zimanê me yê zikmakî winda bibe divê ji bo parastin û pêşxistina wê em bixebitin.”
Koçer got ku yên ku dikarin pênûsê bikar bînin dê bi zimanê xwe helbest, çîrok, gotar û romanan binivîsin kuz iman winda hebe.
Evdile Koçer kedkarên kurdî yên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celadet Bedixan, Cegerxwîn, Mehmed Uzun bi bîr anî û got ku hê gelek rewşenbîrên me yên ku min navê wan neanî ziman emê ji bîr nekin.
Nivîskar Evdile Koçer çîrokek xwe ya li ser rewşa herêmê ji bo mêvanan xwend û pêre dîmeneke hestewar li salonê derket holê. Piştî panelê Koçer pirtûkên xwe îmze kirin.
Serokê BAGÇEV-DER’ê Yilmaz Aksu jî li ser panela li dar xistin de diyar kir ku ew bi xebatên wisa girîng dixwazin bala endamên xwe bikişînin ser ziman û wan agahdar bikin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li her derê pîrozbahiya ji bo Roja Zimanê Zikmakî
- Di Roja Ziman de ji Komeleya Nivîskarên Kurd bangek
- Hevserokên BDP’ê ji bo Roja Ziman bang li hikumetê kir
- Li Amed, Batman û Stenbolê çalakiya Roja Ziman
- Li Sêrtê ji bo Roja Zimanê Zikmakî panelek li dar dikeve
- Di roja Zimamê Zikmakî de çalakiyên li ser ziman
- Ji Kurdî Derê gaveke din: Afîşên alfabeya kurdî
-


