Diyarname
17'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Pragê xelata mezin a festîvalê "Grand Priks" da fîlmê derhêner Miraz Bezar "Min Dît". Di festîvalê de "Eastern Plays" xelata duyemînî, "The Sconting Book" jî xelata sêyemînî girt.
Derhêner Bezar bi girêdaneke vîdyoyî beşdarî merasima xelatdayîne bû û da zanîn ku wê film li Komara Çekê bikeve vîzyonê. Bezar got ku Festîvala Fîlman a Pragê ji bo wî gelek girîng e û wisa got: "Li Almanyayê fîlmên çîrokwarî yên xweş ku min di zarokatiya xwe de dîtin li Çekoslovakyaya kevn hatibûn kişandin bûn. Ne mimkûn bû mirov nekeve bin bandora wan fîlman."
Bezar qala serdema pevçûnê ya Amedê û çîroka du zarokan kir û ev yek lê zêde kir: "Fîlm vê yekê tîne ziman û rastiya civakê bi awayekî tund tîne ziman. Aliyê çîrokwarî ya fîlm ku heta niha li Tirkiyeyê nehatiye ziman jî heye. Ji ber vê yekê girtina xelata Grang Priksê min hestiyar kir."
Fîlmên "Min Dît" di 2'yê vê mehê de li bajarên kurdan ket vîzyonê. Dûre fîlm wê li metropolan jî bikeve vîzyonê. Fîlmê ku niha di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de ye, di 14'ê mehê saet 19.00'an de wê li sînemaya Atlasê bê nîşandayîn û piştî 30'yê mehê jî wê li Stenbolê bikeve vîzyonê.
Xelatên ku fîlmî heta niha girtine:
- 46'emîn Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn a Navneneteweyî ya Antalyayê: Xelata Taybet a Juriyê ya Behlul Dal (2009)
- Festîvala Fîlman a San Sebastianê: ''Gaztea Youth Award'' (2009)
- Festîvala Fîlman a Ghent: Xelata Taybet a Juriyê (2009)
- Festîvala Fîlman a Hamburgê: Ji bo derhêner "Xelata Ciwanê Jîr" (2009)
Kunyeya fîlm:
Derhêner: Miraz Bezar
Lîstikvan: Şenay Orak, Muhammed Al, Hakan Karsak
Sala Kişandinê: 2009
Ziman: Kurdî


