Diyarname
Merasima destpêkirina Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an ku îsal li Rusyayê li dar dikeve bi maça Rusya û Erebistana Siûdî dest pê dike lê berî maçê merasimek dê li dar bikeve. Niha hat eşkerekirin ku di merasima li Stana Lujniki de dê stêrkê popê yê îngilîz Robbie Williams û lîstikvanê fûtbolê yê berê yê Brezîlyayê Ronaldo derkevin ser dikê. Williams û Ronaldo li pêşberî 80 hezar kesî dê performanek pêşkêş bikin. Her wiha operakara rus Aida Garigullian jî dê hunera xwe pêşkêş bike.
William gotiye xeyala min a zarokatiyê bû li pêşberî 80 hezar temaşevanî merasima vekirinê li dar bixim.


