KOLN
Hejmara meha avrêlê ya rojname navneteweyî Le Monde diplomatique kurdî derket. Hata gotin ku rojname meha pêşiya wê li Tirkiyeyê jî bê belavkirin.
Di hejmara nû de gotarên sebaret bi gotûbêjên Burqa yên li Ewropayê, ji dîrokê ve têkiliyên navbera rûs û kurdan, têkiliyên Îsraîl û Fransa sebaret bi kêşeya Filistîn, pêşbirka aborî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Çînê û herwiha rewşa Amerîkaya Latîn cih digirin.
Edîtorê rojnameyê Faysal Dagli di sergotara xwe ya rojnameyê de bernameya navokî ya Komara Îslamî ya Îranê û helwestên welatên rojavayî girtiye dest û dinirxîne. Gotareke balkêş a Dr. John Hogan ve Prof. John Trumpour jî li ser nebûna stratejiya ragehandinê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê hûr dibe.
Di hejmara nû ya Le Monde diplomatîque kurdî de nivîsên Prof. İlhan Kizilhan, Hejarê Şamîl, Selig S. Harrison, Alain Gresh, Jean-Paul Chagnollaud, Françoise Barthélémy, Dany-Robert Dufour, Serge Halimi, Pierre Conesa û André Schiffrin jî hene.
Rûpelên vê hejmara Le Monde diplomatique kurdî ji aliyê ressamê kurd yê navnetewî Ahmet Guneştekin ve hatiye xemilandin.
Le Monde diplomatique kurdî ku Kurdish İndependent Media Group (İKMG) (Koma Ragihandinê ya Kurdî ya Serbixwe) ve tê weşandin. Le Monde diplomatique kurdî di meha sermaweza 2009’a de dest bi weşanê kiribû. Rojname bi du zaravayên kurdî; kurmancî û soranî, tê çapkirin.
Hevdem, çav li rê ye ku rojnama Le Monde diplomatique meha pêşiya me li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê yê jî were belavkirin. Li gor rayedarên İKMG’yê wê di demeke nêzîk de ji koma Le Monde Diplomatique kurdî Govara Atlas ku jî bi zimanê kurdî biweşînin.
Ji bo têkiliyê: info@lemondediplo.kurdi.com


