Diyarname
Rejima Îranê ku dixwest îro girtiyê kurd Ramîn Huseyîn Penahî îdam bike li seranserê dinyayê bertek hatin nîşandayîn. Penahî jî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Îro malbata Penahî çû Girtîgeha Recayîşehrê, û piştî çend saetên li ber girtîgehê malbatê karî ligel Penahî hevdîtinê çêbike. Apê wî ragihand: "Îro malbat çû ligel Ramîn hevdîtin çêkir. Ramîn gotiye dixwazin ez dest bi greva birçîbûnê berdim û bi vÎ awayî min îdam bikin, lê ezê heta birinê vê çalakiyê bidomînim û ger dixwazin bila wisa min îdam bikin."
Vê sibê dê û bavê Penahî ligel komek aktîvîst çûn ber girtîgehê. Piştî gelek hevdîtinan û piştî israrê karîn hevdîtinê pêk bînin. Ji bo niha rewş zelal bû lê meseleya îdamê hê didome û eleqeya raya giştî neha niha bû çend kar ku karî îdamê bidin rawestandin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Buldan û Sezaî nameyek ji bo Balyozgerê Îranê şand


