Cîhan Roj
1
We ji kitêvekê welew helbestekê, çîrokekê hez kir, yekî rabû ji we re got, "Nivîskara/ê wê wisa ye, awha ye, filan û bêvan,"
We ji dosyayekê hez kir, ji berhemekê hez kir, we qerar da hûnê wergerînin, yekî rabû ji we re got, ma êdî kes nema tu berhemên filankesî wergerînî, filan û bêvan...
Heger hûn bêjin, "ehmeq, gellek nivîskarên Ewropî hene bê jiyana wan çawa bûye lê ji bo navê wan av ji devê te diçe, tu radibî dibêjî, a muhîm berhem e, lê wextê mesele tê edebîyata Kurdî hûn çima berevajî tevdigerin", heger hûn karibin wê bêjin, hûn dostê edebîyatê ne, na ku hûn bêdeng bimînin vegerin pirsekê ji xwe bikin û bêjin, gelo ez di xwendinên xwe de çiqas azad im, ez ji azadiya xwe hez dikim an na!
Bi dubareyî dibêjim, gellek feraset û qelemên vî zimanî hene jîr in, hêja ne, lê li ber "pêkutiyên taxê" an jî li ber êrîşên ji qebûl, ezber û bi hewla reşkirinê nikarin xwe biparêzin, neçar dimînin "bêdeng" bimînin, di vê meselê de çendî serpêhatî û çîrok hatine jiyîn...
Kurd dibêjin,"Kesê bêkesan Xweda ye", di edebîyatê de jî, "kesa bêkesan dîsa edebîyat e", ev e payîz e, pel diweşin!Heger di mercên wisa de meriv karibe "tenêtiyê" bibijêre ew ne tenêtî ye, azadî ye.
2
Dixwazim hin nîşeyan lê bikim ku bo zemîn û mercên rexneyê muhîm in. Kesekî beriya çend rojan tevlî rûpela mi bû. Pirsekê bo helbesteke mi kir; "Kê hûna ye?". Mi li rûpela wî nihêrî. Helbestên ku tê de beş û hevokên hêja hebûn bala mi kişandin. Weke jestekê, mi ji helbestên wî tablo ava kirin ku ew tablo jî hevokên wî bûn. Xwezî mi ji bîr nekira ku qad qada sanal e, ev yek, a din, divê mi ji bîr nekira ku gellek kes bi qasî zerika hêkê hesas in.
Piştî hêrsa wî daket, li pey meh û salan ê ewê ji a xwe gellek poşman be, heta feyde ji wê xebatê bigire... Kêliya hêrsbûnê de mejiyê merivan, tewrên merivan bêy kontrol in,di wê kêliyê de Kurd her xirabiyê dikin, di kêliyên wisa de mêr kuştin e, pey re têne ser hemdê xwe û mehsûnî, neçarî û xeletiyên kirine dibin sebeb biêşin, xwe merezarî bikin... Qenebe meriv karibe hinekî ray li xwe bike di kêliyên wisa de, bisebir e, pey re bi awayekî fesîh bifikire dîsa heger hebe meriv dikare gotina xwe bêje.
Mi nîyet kiribû bi wî terzê(bo balkêşîyê)min ê hin helbestên kesên cuda bikira mijar û min ê ji helbestên wan dîsa bi hevokên wan tablo welew helbestên nû ava bikirana, bi gotineke din, xebata/paqijiya ku wan nekiribû an jî ji bîr kiribûn min ê bikira! Ka, li ku ye kes wê îhtimalê lê bigirin ku mirovin nîyetbaş jî hene, dilsozên vê edebîyatê jî hene... Gerçî meriv têdigihije, di jiyanê de kî rabûye hêrişî Kurdan kiriye, kurdan bi xwe jî her hêrîşî hev kirine û hê jî berdewam e ji lewre di edebîyatê de jî her gotin weke hêriş tê dîtin, tê qebûl kirin... Di rewşên wisa de, helbet ne li benda rexneyê û rexnegiriyê bin, bi tenê (çi ji neçariyê û ji tirsê be çi jî weke tercîhekê be) bes li benda şelafiyê û şelafgeran bin, mixabin! Di civakên totalîter de di her warî de rastiyek e!
Vêca piştî hewqas salan nîyeta mi tune şelafiyê bikim, ew hêviya ku ji me tê kirin da ku em carna di derheqê edebîyatê de çend gotinan bikin, ez ê wê hêviyê bi cî neynim, çimkî karê edebîyata bi sêwirîn têra xwe ye ku ez pê re mijûl bim!
Helbet ê şêwaza rexneyê jî were rojevê, belê ew jî rastiyek e lê weke Mewlana gotî, 'a muhîm ne ew e bê we çi gotiye a muhîm ew e a/ê li hemberî we çi jê fehm dike', heger meriv li gorî gotina Mewlana tevbigere di vê sedsalê de, di edebîyata Kurdî de safîkirina hin meseleyan gellek zehmet e dîsa jî bila canê her kesî sax be, dîsa bêyî sebrê, bêyî hewldan û hêviyê tiştekî ku bibe çare nîn e.Belê bo edebîyata neteweyekê şêwaza romantîk bo klasîkan bo referans û daneheva edebîyatê,bo nifşê nû rastiyek e, ez bi xwe jî nivîsên wisa dişopînim, bi kêfxweşî portre û berhemin hêja dinasim lê ez bêhtir edebîyata modern exlebe a ku di dema me de dişopînim, dixwînim ji lewre jî di wî warî de an jî di wê çarçoveyê de wê heq û hedê didim xwe da ku hin gotinan bikim.
Heya mi nivîsê qedand mi çiqas gotin avêtin dera ha, mi çiqas xwe li sebrê û li hewîneriya edebîyatê girt, çi xweş e ku mi warê edebîyatê nasî, edebîyat derman e jî...
3
Gotin gotinê tîne, piştî mi beşa duyem nivîsî tiştekî hate bîra min! Vêca meseleyeke din jî zelal bû; beriya çend salan min kesekî gellek delal nasî. Ew helbestvan bû. Min rabû helbesteke wî a gellek hêja lê bi arîşe bijart. Ez li ser wî helbestê xebitîm, ji hevokên wî û ji helbesta wî sê heb helbestên delal hatin pê. Navnîşana wî li cem min tunebû. Bi rêya nasekî wî min ew xebat şand. Ne deng bi wî ket ne jî bi nasê wî! Vêca bi îhtimaleke mezin meriv dikare heman tiştî ji bo wî/wan jî bêje ku ew bi hêrs ketine!
Bi vê minasebetê bêjim, ez ne ji wan meşhûran im, bi qalib û gotinan,sabûnê biavêjim ber lingê kesan! Nîyeta min tune bi durişme, bi qaliban sira "meşhûrbûna xwe"di serê xwendevanên nîyetbaş de ava bikim ku hewlên wisa rebenî ne... Vegerin û lêbikolin , ew kesên ku sabûn li ber an jî li bin lingên wan bûn peyderpey çawa têkçûn an jî ji afirîneriyê dûr man...
Di Kurdî de tê gotin, meriv kêrê li birînê bixe an jî bibe melhema devê birînê, lê xuya ye kes qayîl in meriv behsa "çîroka birînê bike" da ku hêsir, melankolî, êşa ku em dîl girtine were strandin, belê rastiyeke wisa tê jiyîn lê ew ne edbeîyat e, ne edebîyata modern e, ji edebîyat modern gellek gellek dûr e, meriv nêzikahî, xwî û xisletên çanda devkî bike nivîs ew nabe edebîyat!
4
Çima çendekî ye li dora helbestê diçim û têm?Çimkî a ku ziman hêzdartir û delaltir dike helbest e, taqeta helbestekê taqeta wî zimanî ye, zimanê neteweyekê bi helbesta edebîyata wî neteweyî, heya radeyekê, tê terîfkirin...
Gellek helbest mîna zarokên di nav têl û deviyan de bin, xwîn jê diherikin! Pêşî zarokan/helbestan ji wî halî rizgar bikin pey re hewl bidin birînan derman bikin, sax bikin, bi tenê li ciyekî divê meriv hesas bin, li xwe mukir werin ku ji bo rewşên wisa meriv xwe weke doktor nebînin, a muhîm ew e ku meriv çareyan bibîne ku zarok nekevin wî halî ku ketin wî halî, gerek meriv dermanê doktoran bi kar bînin; doktor danehevên edebîyatê ne ku jê re dibêjin 'edebîyata dunyayê', derman jî bi hezaran kitêv in!
Em ziman û hunerê nekin qurbana hestên xwe ên kêliyan û her wiha divê meriv şiyar bin ku hestê merivan jî ji ber kêmaniyên zimên nemirin, bêqîmet nemînin...


