Diyarname
Li Fatiha Stenbolê li ser Kolana 10. Yıl bircek li sûra Stenbolê hilweşiya.
Bûyer roja yekşemê çêbû û ligel hilweşîna vê bircê hin cihên din ên sûrê jî derizîne.
Di 13'yê meha rêbendana 2018'an de jî li aliyê Sûlûkûleyê parçeyek ji sûran bi ser erebeya serwîsê de hilweşiya bû, kes nemiribû lê zerar çêbûbû.
Ev sûrên Stenbolê di sedsala 5'an, di dema Împaratoriya Romaya Rojhilat hatine çêkirin.
Berê ev sûr 4 caran hatibûn restorekirin. Di tîrmeha 2018'an de carek din biryara restorekirinê hatibû dayîn û gere proje piştî salek temam bibe.


